‘Em ê biisrar li dijî komkujiyên jinan dengê xwe bilind bikin’ 2024-10-09 15:46:57   AMED - Rêveberiya Şaredariya Bajarê Nû ya Amedê têkildarî komkujiyên jin û zarokan daxuyanî da û got: “Em ê biisrar dengê xwe bilind bikin.”    Şaredariya Bajarê Nû ya Amedê ya DEM Partiyî têkildarî komkujiyên jin û zarokan ku di demên dawî de zêde bûne, daxuyanî da. Daxuyanî li ber avahiya xizmetê ya şaredariyê hate dayin. Hevşaredar Safiye Akdag û gelek kes tev li bûn. Akdag, anî ziman ku divê her kes li dijî komkujiyên jinan dengê xwe bilind bike.    Endama Meclisa Şaredariyê Gulhan Onur jî diyar kir ku tunekirina azadiya jin û zarokan, nebûna qadên jiyanê yên biewle yên zarokan rê li ber rizîna civakê û zextê vedike. Bi domdarî Oner destnîşan kir ku li Amedê Narîn, li Stenbolê Îkbal û Ayşenûr, li Tekîrdagê jî navê pitik Sila ne tenê ji reqeman pêk tên û wiha bi dawî kir: “Her yek ji wan xwedî çîrokeke biêş in. Bi taybet jî jinên kurd bêhtir rastî tundiya sîstematîk û gefên tecawizê tên. Cînayetên di salên dawî de tên kirin, encama polîtîkayên necezakirinê ne. Bi betalkirina Peymana Stenbolê re xetere li ser ewlehiya jinan çêkirin. Weke Şaredariya Bajarê Nû em careke din biryardariya xwe ya ji bo parastina jin û zarokan tînin ziman. Dê têkoşîna me ya  li dijî vê rizîbûna civakê bidome. Ji bo hêj bêhtir jin neyên qetilkirin, em ê bi israr dengê xwe bilind bikin û piştevaniya xwe xurtir bikin.”    Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.