Tecrûbeyên têkoşîna jinan hatin nîqaşkirin 2024-10-09 15:32:49   AMED - Şaxa ÎHD’a Amedê têkildarî tecrubeyên têkoşîna jinan panelek li dar xist.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê têkildarî tecrûbeyên têkoşîna jinan panela “Ji nexuyayiyê ber bi xuyaniyê ve” li dar xist. Panel, li Şaxa Amedê hate lidarxistin û di bin serenavê tecrubeyên têkoşîna jinê de li ser pêşengtiya jinê ya di têkoşînê de hat nîqaşkirin. Siyasetmedar Gultan Kişanak û Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci weke axêver tev li panelê bûn. Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên jinan, dayikên girtiyan û gelek jin tev li bûn.    Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Rehşan Bataray moderatoriya panelê kir û got ku jin ji ber nasnameya xwe li hemû qadan zehmetiyan dikişînin. Bataray, anî ziman ku piştî sala 2015’an êrişên li dijî jinan zêde bûne û wiha got: “Divê em jin bên gel hev û nîqaş bikin bê ka dê têkoşîneke baştir çawa bimeşînin.”    Piştî axaftina Bataray, panel ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.