Hunermendên binçavkirî dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin 2024-10-09 15:13:29   AMED - Hunermend Helîm Omerî û Azad Bedran ku li Amedê hatibûn binçavkirin dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin.    Hunermend Helîm Arslan (Omerî) û Azad Bedran Kizilkar di 7’ê cotmehê de li Amedê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatin binçavkirin. Ji bo dosyaya wan biryara “nepeniyê” heye û hunermend bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tên tawanbarkirin.    Îfadeyên emniyetê yên Arslan û Kizilkar hatin hilgirtin. Dema binçavkirinê ya hunermendan ji bo 24 saetan hate dirêjkirin û hat zanîn ku dê sibe ji bo îfadeya dozgeriyê sewqî Edliyeya Çaglayanê bên kirin.