Di doza ji ber gotina Qirkirina Ermenan de biryara beraetê hate dayin 2024-10-09 14:25:02   DÊRSIM - Ji ber gotinên di daxuyaniya têkildarî Qirkirina Ermenan li Hevseroka Şaxa ÎHD’a Dêrsimê Gonul Sonbahar doz hatibû vekirin. Di danişîna ewil a dozê de biryara beraetê hate dayin.    Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dêrsimê Gonul Sonbahar di 24’ê nîsana 2024’an di salvegera Qirkirina Ermenan de daxuyanî dabû û ji ber gotinên di daxuyaniyê de bi îdiaya “Miletê tirk, komar, TBMM, hikûmet û meqamên darazê biçûk xistiye” doz lê hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Dêrsimê hate lidarxistin. Sonbahar, parêzerê wê û Hevserokê Şaxa ÎHD’a Dêrsimê Gurbuz Solmaz, Nûnerê Herêmê yê ÎHD’ê Tahir Saçakli û endamê ÎHD’ê parêzer Cîhan Aydin tev li danişînê bûn.    Di danişînê de Sonbahar parastina xwe kir û îdiayên tên kirin red kir û  got dê parastina mafên mirovan bidomîne.    Dozger jî xwest ji 6 mehan heta 2 salan cezayê bidin Sonbaharê.    Parêzer Ercan Yilmaz jî diyar kir ku ew mutalaayê qebûl nakin û gotinên miwekîlê wê dikevin çarçoveya azadiya xweîfadekirinê. Yilmaz, biryarên di dozên berê de mînak da û daxwaza beraetê kir.    Şandeya dadgehê jî biryara beraetê da.