Li Lîseya Îmam Xatîbê tacîza zayendî li xwendekarekê hatiye kirin 2024-10-09 14:07:28   AMED - Hate diyarkirin ku Îlyas G. yê li Lîseya Îmam Xatîbê ya Anatoliyayê ya Keçikan a li navçeya Erxeniyê mamostetiya fizîkê dikir, tacîza zayendî li xwendekareke xwe kiriye û ji ber vê yekê ji kar hatiye dûrxistin.    Xwendekara bi navê K.A. (17) ku li Lîseya Îmam Xatîbê ya Anatoliyayê ya Keçikan a li navçeya Erxeniyê dixwend, ji aliyê Îlyas G. yê li dibistanê mamostetiya fizîkê dike ve bi awayekî sîstematîk rastî tacîzê hatiye. Piştî ku K.A.’yê tiştên qewimîn ji hevalên xwe re vegotin bûyera tacîzê derket holê. Piştî ku bûyer hate bihîstin derbarê Îlyas G. de lêpirsîn hate destpêkirin û ji peywîrê hate dûrxistin.    Hate zanîn ku di dosyaya lêpirsînê de peyamên Whatsappê û beyanên xwendekaran hebûne. Hate diyarkirin ku Îlyas G. di çarçoveya lêpirsînê de derbarê wî de kirarî hatine destpêkirin ji dayîna îfadeyê reviyaye.