Malbat û peykersaz beşdarî merasîma vekirina bîrdariya Komkujiya Garê nebûn 2024-10-09 12:35:43   ENQERE - Malbatên qurbaniyên Komkujiya Garê û peykersaz Metîn Yurdanur beşdarî bernameya vekirina bîrdariya ji bo bîranîna qurbaniyan hat çêkirin, nebûn.    Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ya CHP’ê, ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Gara Enqereyê ya di 10’ê Cotmeha 2015’an de pêk hat, bîrdarî çêkir. Malbatên qurbaniyan bernameya ji bo vekirina bîrdariyê amade kiribûn, betal kirin. Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê biryar da ku tev li vekirina bîrdariyê nebe. Dihat payîn ku Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî tev li bernameya vekirinê bibe. Lê Bakirhan jî li ser biryara malbatan dev ji beşdariya bernameya vekirinê berda. Her wiha peykersazê bîrdariyê çêkiriye Metîn Yardanur jî beşdarî merasîma vekirinê nebû.    Merasîma vekirina bîrdariyê bi beşdariya Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û Serokê Şaredariya Enqereyê Mansur Yavaş pêk hat. Ozel di axaftina vekirina bîrdariyê de behsa nebeşdariya malbatan nekir.