Êzidî li dijî peymana 9'ê Cotmehê têdikoşin: Tu hêz dê nekaribin vîna civaka êzidî bişikînin 2024-10-09 09:19:49 NAVENDA NÛÇEYAN- Hevşaredarê Komelgeha Zorava ya Şengalê Nemir Puko, diyar kir ku armanca peymana Şengalê tasfiyekirina fikrê netewa demokratîk bû û anî ziman ku tu hêz dê nekaribin vîna civaka êzidî bişikînin. Di 9`ê cotmeha 2020`an de hikumeta Iraqê ku ji aliyê Mistefa Kazimî ve dihat birêvebirin û hikumeta Federal a Kurdistanê ku di bin serweriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), di bin navê ewlehiyê û rêvebirina Şengalê de peymana Şengalê îmze kir. Peymana ku Tirkiyeyê jî li pişt perdeyê piştgiriyê dayê, beyî daxwaz û nêrînên civaka êzidî hate îmzekirin. Balkêş bû ku peyman, ji aliyê hêzên ku di sala 2014'an de, di êrişên çeteyên DAIŞ'ê yê li ser Şengalê de, civaka êzidî tenê hiştin û bi qirkirineke mezin re rû bi rû hiştin ve dihate îmzekirin. Êzidiyên ku 4 sal in li dijî vê peymanê li ber xwe didin daxwaz dikin xwe bi xwe bi rê ve bibin û tekoşîna naskirina xweseriya Şengalê didin.    Bi minesebeta salvegera peymana 9'ê Cotmehê ya Şengalê Hevşaredarê Komelgeha Zorava ya Şengalê Nemir Puko nirxandin kir.    PEYMANA CEZAYÎRÊ    Puko, bal kişand ser peymana Cezayîrê ya ku di sala 1974'an de di navbera hikûmeta Iraq û Îranê de hatiye îmzekirin û bi lêv kir ku di dîrokê de heta niha ji bo tunekirina civaka êzidî di navbera hikûmetên desthilatdar de tifaqî hatine çêkirin û wiha axivî: “Em weke civaka êzidî bi gelek fermanan re rû bi rû mane. Ji bo ku me tune bikin her êrişek li me kirin. Tifaqiya 1974'an a Cezayirê ya di navbera hikûmeta Iraq û Îranê de çebû jî yek ji plana taybet a tunekirina civaka êzidî bû. Di wan salan de jî ji hêzên PDK'ê li vir hebûn lê belê hêzên xwe bi paş ve kişandin û ev der ji Iraqê re hiştin.  Wê demê jî zilm û zordarî û neheqî li me kirin. Gundên me û malên me şewitandin û êzidî hatin darvekirin. Peyman û planên li ser Şengalê ne tenê di sala 1974'an de her tim hebûn. Wan salan di nava gel de bêtifaqiyek çêkirin û civak kirin du perçe. Milek baasî û milek jî welatparêz bûn. Bi vî rengî ji hev hate veqetandin û naskirin. Piştî peymana Cezayirê hate îmzekirin PDK ji vir derket û civaka me dîsa tenê ma. Heta vê demê jî gelek malbatên ku di wan salan de koçber bûne venegeriyane. Ango peymana 9'ê cotmehê ne peymaneke nû ya li ser êzidiya hatiye îmzekirine. Di sala 2007'an de teqînek El-Ezir Sibayê çêbû ew teqîn jî bi zanebûn çêbû. Agahiyên ku me pişta xwe pê gerim dikir hebûn. Aliyekî digot, 'em hemû kurd in, axek in, zimanek in û çandek in' aliyê din jî dixwest ku me tune bike. Ango ji berê ve heta niha dixwazin ku civaka me tune bikin. Lê hema diyare hezar û 400 sal in em li ber xwe didin. Me gelek bedel dan lê em hê jî li ser çanda xwe ya êzidiyatiyê dimeşin.”   'CIVAKA KU XWEDÎ DÎROK BE KESEK NIKARE TUNE BIKE'   Nemir Puko yê di berdewama axaftina xwe de îşaret bi xiyaneta PDK'ê ya li dijî êzidiyan kir, anî ziman ku tu hêz dê nekaribin vîna civaka êzidî bişikînin û got: “Beriya 2014'an me bi cîranê xwe yên ereb re li ser heman sifreyê xwarin dixwar. Jiyaneke hevbeş hebû. Lê piştî ku hêzek hate vê derê û me baweriya xwe dayê em ji cîranên xwe qut bûn. Pêşmergeyên Şengalî çêbûn. Dema ku kesekî ereb dihat dixwest ku navbera wî yê êzidî xerab bikin û li hemberî hev tejî dikirin. Bi heman rengan hatin lê nekarîn tune bikin. Ev pêvajoye heta dema hatina DAIŞ'ê jî berdewam kir. Lê civaka me xwedî dîrok bû. Civaka ku xwedî dîrok be kesek nikare tune bike. Nêzî 2 hezar pêşmerge di Şengalê de bûn lê bi biryarekê bi paş ve hatin kişandin. Civaka me xwest ku xwe xelas bike lê ew riyên di navbera me û başûr de hatibûn girtin û nehiştin ku civaka me derbas bibe. Ji bo ku me tune bikin serî li her rêbazî dan lê nekarîn me. Pêşiya 9'ê cotmehê biryara peymana 9'ê cotmehê hatibû dayin lêbelê bi zanebûn 9'ê cotmehê de îlankirin. Civaka êzidî ev qebûl nekir û li dijî vê peymanê derket. Îro di Şengalê de Rêveberiya me ya Xweser heye, îdareya me û sazî dezgehên me hene. Îro di milê siyasî, leşkerî de kîjan hêz bê Şengalê nikare me tune bike. Çimkî em ê li ber xwe bidin.”   'EM FIKRÊ NETEWA DEMOKRATÎK DIMEŞIN'   Puko, domdariya axaftina xwe de bal kişand li ser fikrê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku sedemê bingehîn ê îlankirina peymana 9'ê cotmehê ya Şengalê tasfiyekirina fikrê netewa demokratîk ê li Şengalê zindî bûye ye. Puko axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanc şikandina îradeya civaka êzidî bû. Dibêjin ku, 'hêzên cuda li Şengalê hene' hêzên cuda kî ne? Em Şengalî hene û me nas bikin. Bi van gotinan dixwazin ku ev jyana nû ya ku me li vir ava kiriye tune bikin. Lê em ê destûr nedin. Dixwazin ku dîsa bikevin Şengalê û Şengalê têxin bin desthilata xwe. Lê em dibêjin baweriya me bi we nayê. Em ê ew kesên ku di sala 2014’an de hawara Şengalê hatî ji xwe re bikin heval. Gelek hêzên cuda li Şengalê hebûn lê me tenê xwe Şengalî dîtin. Ji ber wê îro armanc ew e ku ew tişta ku me di 10 salan de ava kirî yek carê de tune bikin. Hedefa wan a duyemîn jî helandina civaka êzidiyane. Ji ber wê qasî ku ji destê wan tê êzidiyan dişînin Ewropayê. Cihê ku zilm û neheqî hebe teqez wê berxwedan hebe. Dixwazin fikra netewa demokratîk a ku li Şengalê hatiye avakirin ji holê rakin. Yek jî sedemê bingehîn ê di 9'ê cotmehê de îlankirina peymanê jî ev bû. Sedema komploya 9'ê cotmehê ya li dijî birêz Abdullah Ocalan hatiye kirin û peymana 9'ê cotmehê ya Şengalê heman in. Bi vê yekê ji me re dibêjin, 'em dikarin we tune bikin' Ji me re dibêjin, 'hûn PKK'î ne' lê em pêşiya her tiştî mirov in. Yek carî pirtûkên birêz Ocalan bixwînin. Esasê vî fikrî azadiya mirovahiyê ye. Em jî dê bi vê fikrê bimeşin. Hêza me û qeweta me heye û em ê bi vê fikrê têbikoşin. Ji Efrîkayê jî kesek bê vê derê û li ser vî fikrî be em ê bi hevre bikaribin cîhaneke nû ava bikin. Ji ber wê li dijî kapîtalîzm, lîberalîzm û netewe dewletê fikrê netewa demokratîk esas e."    MA / Zeynep Dûrgût