Ji bo girtiyê nexweş Gemîcîoglû serlêdana 'rawestandina înfazê' 2024-10-09 09:06:04 COLEMÊRG - Ji bo girtiyê nexweş Abdurrahman Gemîcîoglû yê 67 salî ku piştî cezayê lê hat birîn hat erêkirin, bi hinceta "xetereya jiyanê" hat girtin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn hat dayîn. Abdurrahman Gemicioglû yê 67 salî ku piştî Dadgeha BIlind 8 sal û 9 meh cezayê lê hatibû birîn erê kir di 3'yê Cotmehê de li navçeya Gever a Colemêrgê hat binçavkirin û paşê girtin, nexweşiyên wekî pençeşêra kolon, prostat, qelsbûna dil, şekir, tansiyon û anksiyete pê re hene. Gemîcîoglû ku piştî hat binçavkirin nexweşiya wî zêde bû, piştî ku ew birin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê yekser birin Navenda Tibê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê. Gemîcioglû bêyî ku tedawiya wî biqede dîsa birin girtîgehê.   Parêzera Gemîcîoglû Gulistan Karadûmanê diyar kir ku di dosyeya dozê de ku der barê muwekîlê wê de hatiye vekirin qeydên tapeyê yên bi awayekî bêhiqûqî hatine wergirtin û îxabreke pûç a bi rêya maîlê hene û got ku ev delîl ji bo cezakirinê ne bes in. Karadûmanê got: "Muwekîlê min piştî axaftina bi telefonê ya bi kesekî gumanbar re daxilî nava dosyeyê hatiye kirin. Di qeydên tapeyê de, gava mirov urf û edetên herêmê bîne ber çavên xwe, wê bê dîtin ku kesên li herêmê xwedî qedr, nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî ji bo sulhê tevdigerin. Ji ber vê yekê ev kirinên wekî delîlên endametiya rêxistinê an jî tiştekî din hatine afirandin, tu eleqeya wan bi hiqûqê û qanûnê re tune ye. Ev jî nîşan dide ku muwekîlê min di pêvajoya darizandinê de bi awayekî adil nehatiye darizandin."    Karadûmanê bilêv kir ku erêkirina ceza ne li gor hiqûqê ye û ji ber ku tenduristiya muwekîlê wê nebaş e ji bo tevdîrgirtinê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daye.    Karadûmanê diyar kir ku li gel ku bi dehan nexweşiyên giran ên muwekîlê wê hene û laşê wî direhile û bi zorê bêhnê distîne û guhê wî giran in jî hatiye girtin. Karadûmanê destnîşan kir ku şert û mercên girtîgehê ji bo jiyana muwekîlê wê ne guncan in û got ku divê ev esas bên girtin û înfaza wî bê taloqkirin.    Karadûmanê destnîşan kir ku divê ji bo girtiyên nexweş çareseriyeke mirovî bê dîtin û got ku divê di bin pêşengiya etîka tibê, zanist û hiqûqa rast de sererastkirineke hiqûqî bê çêkirin. Karadûmanê diyar kir ku li ber çavan mirina mirovan û xerabûna tenduristiya wan li dijî armancn pêkanîna ceza û girtinê ne û got ku divê dewlet di vî warî de berpirsiyariya xwe ya hiqûqî, qanûnî û wijdanî pêk bîne.    MA / Mazlûm Engîndenîz