Berdana Şitilay cara 4'an hat taloqkirin 2024-10-09 09:01:58   ENQERE - Tehliyeya girtiyê bi navê Serdar Şitilay ê ku gotibû "Eger ez azad bibim ez ê ji bo azadiya gelê xwe siyasetê bikim" careke din hat taloqkirin.   Berdana Serdar Şitilay ê li Girtîgeha Girtî ya Hêjmar 1 a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê ye, ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve cara 4’emîn hat astengkirin. Şitilay ku di sala 1993'an de li Amedê hat binçavkirin, bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" hat girtin, di 9'ê Gulana 1994'an de ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya "Beşeke axa di bin serweriya dewletê de ji dewletê veqetîne" cezayê muebedê lê hat birîn. Çendî ku Şitilay înfaza xwe temam kiriye jî nayê berdan.   Şitilay di 3'yê Nîsana 2023'yan de 2 roj beriya bidawîbûna cezayê wî yê 30 salî, derxistin pêşberî Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê. Şitilay bertek nîşanî bendewariya "poşmaniyê" ya lijneyê da û wiha got: "Ez naguherim. Heger hêviyeke we ya wiha ji min hebe hûn ê pir li bendê bin. Tu ferqa Serdarê 30 sal berê û Serdarê niha tune ye. Di roja ewil de min bawerî bi kîja nirxan anîbe ez niha jî tînim." Lijneyê jî pirsî "Heke hûn derkevin derve hûn ê çi bikin?"  Şitilay jî got: “Eger derfeta azadiya gelê xwe bibînim, ez ê di zemîneke qanûnî de soyasetê bikim. Divê mirov hevgirtî be, bêbextiyê li nirxên xwe neke."    BERSIVA GIRTÎ LIJNEYÊ QANEH NEKIR!   Lijneyê di rapora xwe de diyar kir ku Şitilay dema lîseyê dixwend hatiye girtin, di girtîgehê de gelek pirtûk xwendiye û jiyana li derveyî girtîgehê bi televîzyon, radyo û pirtûkan dişopîne. Lijneyê di rapora xwe de diyar kir ku Şitilay lêgerînan asteng nekiriye û gef lı personelan nexwarıye, provokasyon nekiriye û zor li personelan nekiriye û îdia kir ku Şitilay gotiye ku eger serbest bê berdan jî ew nizane dê çi bike.    Tevî van tiştan hemûyan jî lijneyê derpêş kir ku Şitilay bê berdan dê entegreyî civakê nebe û berdana wî 6 mehan taloq kir.    Şitilay di 10'ê Nîsanê de îtîraz li biryara taloqkirinê ya ewil kir, lê Dadweriya Înfazê ya Xarpêtê biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê guncav dît û di 27'ê Nîsanê de îtîrazê red kir. Îtîraza yekemîn a li Dadgeha Cezayê Giran a Xarpêtê jî hat redkirin.   'HÛN HEZAR SALÎ JÎ BIDIN FERQ NAKE'   Şitilay ê ku di 2'yê Cotmeha 2023'yan de 6 mehê taloqkirina ewil bi dawî bû, dîsa derxistin pêşberî lijneyê û ji bo bendewariya "poşmanîtiyê" ya lijneyê got: "Ev 30 sal in ez di girtîgehê de me. Mesele ne ev e. Ger mesele azadiya gelê min be, ferq nake ne 6 meh, hûn hezar salên din jî taloq bikin ferq nake. Hûn ji min re dibêjin 'Xebatên siyasî neke. Wekî gûzeke pûç bijî. Min berê jî gotibû. Ez ê di çarçoveyeke qanûnî û demokratîk de siyasetê bikim."    Lijneyê derpêş kir ku Şitilay ne poşman e û ger bê berdan dê di nava PKK'ê de cih bigire û berdana wî 6 mehên din taloq kir. Dadweriya Înfazê ya Xarpêtê îtîraza di 26'ê Cotmehê de red kir. Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Xarpêtê jî bi heman awayî îtîrazê îtîraz red kir. Bi vî awayî berdana Şitilay cara duyemîn hat taloqkirin.    Vê carê ji Şîtlayê ku dema taloqkirina wî di 2'yê Nîsana 2024'an de bi dawî bû, pirsa "Gelo avêtina bombeyê li cihekî, pevçûn tiştekî asayî ye?" Şitilay jî got, "Ger dı çarçoveya maf û azadiyan de mafê xweîfadekirinê yê mirovan neyê naskirin wekî din wê çi bike?" Lineya ku rewşa serbestberdana Şitila nirxand, biryar da ku cara sêyemîn berdana wî 6 mehan bê taloqkirin. Serlêdana Şitilay ku li dijî biryarê serî li Dadweriya Înfazê dabû, di 20'ê Gulanê de hat redkirin. Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Xarpêtê ku Şitilay li dijî biryara redkirinê serî li wê dabû jî, di 26'ê Hezîranê de derpêş kir ku biryar di cih de ye û serlêdana Şitilay red kir.    Şitilay di 2’yê Cotmehê de dîsa derxistin pêşberî lijneyê. Lijneyê bi heman hincetan cara 4'emîn 6 mehên din serbestberdana Şitila taloq kir. Wê berdana Şitilay di 27'ê Adara 2025'an de bê nirxandin.    LI DIJÎ HIQÛQÊ YE   Parlamentera Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Adalet Kaya û Parlamentera Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, ji bo astengkirina berdana Şitilay serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê (HÎK) dan. Di serlêdanê de îşaret bi lijneyan û qanûnên çêkirine hat kirin û hat gotin ku ji ber van lijneyan zextên giran li girtiyan tê kirin. Her wiha di serlêdanê de hat diyarkirin ku lijne biryarên keyfî û nehiqûqî didin.   Di serlêdanê de hat xwestin ku bê lêkolînkirin ka rêziknameyên ku rê li ber avakirina van lijneyan vekiriye û lijne li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ne yan na.                MA / Mehmet Aslan