Li Amedê seferberiya 13’ê Cotmehê: Ji bo azadiyê em biherikin Qada Stasyonê 2024-10-08 16:38:21   AMED - Amadekariyên ji bo “Mitînga Azadiyê” ya Amedê berdewam in. Li Amedê bi beşdariya parlamenterên DEM Partiyê li kolan û bazaran broşur hatin belavkirin û gel vexwendin mitîngê.    Di 13’ê cotmehê roja yekşemê de dê li Qada Stasyonê ya Amedê “Mitînga Azadiyê” bê lidarxistin. Amadekariyên ji bo mitîngê berdewam in. DEM Partî, DBP, TJA û nûnerên saziyên cuda li navenda Amedê û navçeyên wê broşur belav kirin û gel vexwend mitîngê.    Xebatên mitîngê li navçeyên Sûr û Bajarê Nû hatin meşandin û parlamenterên DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş, Adalet Kaya û Ferît Şenyaşar û gelek kes tev li bûn. Şande li Taxa Palûkeyê mal bi mal û li cihê bazarê geriyan û bi tililî û çepikan hate pêşwazîkirin. Parlamenter Şenyaşar li vir axivî û got: “Em tevahiya gelê xwe ji bo şikandina pranga û zincîran vedixwînin mitînga 13’ê cotmehê ya li Qada Stasyonê.”   BAJARÊ NÛ   Aktîvîstên TJA’yê, parlamenterên DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş, Adalet Kaya û gelek kes jî li navçeya Bajarê Nû xebat meşandin. Şandeya li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bajarê Nû hatî gel hev, bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana jinan” broşur belav kirin. Şande çû serdana esnaf û welatiyan û banga tevlibûna mitîngê kir. Di xebatê de megafon jî hate bikaranîn. Parlamenter Saritaş wiha got: “Li dijî komployê ji bo parastina azadiyê em sibe saet di 13.00’ê de li Qada Stasyonê tên gel hev. Em, şer, tundî û tecrîda li me tê ferzkirin qebûl nakin.”    Parlamenter Adalet Kaya jî bal kişand ser girîngiya mitîngê û hemû kes vexwend mitînga ku dê sibe saet di 13.00’ê de li Qada Stasyonê bê lidarxistin.