Li Edeneyê amadekariyên 13’ê cotmehê: Nifteya aştiyê li Îmraliyê ye 2024-10-08 15:04:05   EDENE - Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr ji bo mitînga 13’ê cotmehê ya Amedê banga tevlibûnê kir û wiha got: “Nifteya aştiyê li Îmraliyê ye.”    Di 13’ê cotmehê de dê li Amedê bi dirûşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê tên ba hev” “Mitînga Azadiyê” bê lidarxistin. Xebatên ji bo mitîngê berdewam in. Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê jî li kolan û bazarên semtan ên Edeneyê vexwendname parve kirin û welatî gazî mitîngê kirin.    Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr anî ziman ku çalakiyên “Deng bide azadiyê” û “Tecrîdê bi dawî bike” yên di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de tên lidarxistin didomin. Aydemîr, da zanîn ku ji bo “Mitînga Azadiyê” ya ku dê di 13’ê cotmehê saet di 13.00’ê de li Qada Stasyonê ya Amedê bê lidarxistin kolan bi kolan, mal bi mal û bazar bi bazar digerin û da zanîn ku dê di şeva 12’ê cotmehê de bi gelek wesayîtan ji Edeneyê ber bi Amedê ve bikevin rê.    ‘ÇARESERÎ RAKIRINA TECRÎDÊ YE’   Aydemîr, bi bîr xist ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in di tecrîdê de ye û zêdetirî 4 sal in tu agahî jê nayên girtin. Aydemîr, got ku dê di mitîngê de azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan biqîrin û axaftina xwe wiha qedand: “Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê tu pirsgirêkê li welêt çareser nebin. Heke îktîdara siyasî bixwaze pirsgirêkan çareser bike, divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rake û bingehê amade bike. Divê îktîdar tavilê tecrîdê bi dawî bike. Dema Abdullah Ocalan karî rola xwe bilîze, wê demê dê çareser bibin. Nifteya aştiyê li Îmraliyê ye.”    Aydemîr herî dawî jî banga tevlibûnê li hemû gelan kir.