Tundiya zilam: Lêdan, gef û êrişa zayendî 2024-10-08 10:53:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Stenbolê zilamê bi navê M.M.A. êrişa zayendî li jinekê kir. Li Bedlîsê du jin ji aliyê Emrah Kûmaş ve hatin derbkirin.    Tundiya zilaman bi nûçeyên her roj ji bajaran tên di rojevê de ye. Li Bedlisê Emrah Kûmaş tundî li O.G. ya hev berdane û dayika wê S.G.’yê kir. Li Stenbolê jî zilamê bi navê M.M.A. êrişa zayendî li jinekê kir.   STENBOL    Zilamê bi navê M.M.A. êrişa zayendî li jineke ku li kolaneke Taxa Çobançeşme ya navçeya Bahçelîevler a Stenbolê dimeşiya, kir. Li ser qêrîna jinê, şêniyên taxê hatin cihê bûyerê û faîl girtin.    Li ser agahdarkirina kesên derdorê polîsên ku sewqî cihê bûyerê hatin kirin, faîl binçavkirin. Faîlê piştî karûbarên wî yên li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hate kirin, ji ber sûcê “êrişa zayendî” hate girtin.    BEDLÎS   Li navçeya Xelat a Bedlîsê duh dora saet di 16.00'an de mêrê bi navê Emrah Kûmaş, tundî li O.G ya hev berdane û dayika wê S.G.’yê kir, piştre jî bi qetilkirinê gef li wan xwar û zêrên wan xwestin. Li ser agahdarkirina O.G. ya polîsan kiryar ji cihê bûyerê reviya.    Tîmên tendirustiyê ku hatin cihê bûyerê jinên ku tundî li wan hat kirin rakirin nexweşxaneyê. Hate diyarkirin ku Emrah Kûmaş, çûye qereqolê û giliyê O.G. û S.G. kiriye û îdia kiriye ku jinan tundî li wî kirine.