Birayên ji hêla polîsan ve hatin derbkirin: Me tenê destûra lêgerînê xwest 2024-10-08 09:51:55   RIHA - Birayên hev Sînan û Hesen Harman ên ji hêla polîsan ve hatin derbkirin, wiha gotin: “Me tenê jê destûra lêgerînê xwest. Heqaret li me kirin, li me xistin û binçav kirin. Ser re jî wan giliyê me kir.”    Di 5’ê cotmehê de polîsan li Taxa Karşiyaka ya navçeya navendî ya Rihayê Karakopruyê rê li ber wesayîtan birayên hev Sînan û Hasan Harman girtin û derb kirin. Birayên Harman giliyê polîsan kir. Birayên ku dema diçûn kargeha xwe ji hêla polîsan ve hatin derbkirin, tiştên bi serê wan hatin ji ajansa me re vegotin.    DERB Û HEQARET   Hasan Harman ku ji ber lêdana polîsan destê wî û serûçavên wî birîndar bûne, diyar kir ku di dema lêdanê de polîsan hewl dan bêhnê li wan biçikînin. Harman, da zanîn ku roja bûyerê tevî kekê xwe ji Curnê Reş dihatin û wiha got: “Li cihekî kontrolê yê nêzî kargeha me em sekinandin. Dê bibêjî qey li dijî me hêrseke wan heye û bi wî awayî bi me re axivîn. Yekser ji me re gotin; ‘paya bibin, çekên we kanê ne?’ Me jî jê re got ku çekên em tune ne. Ji me re gotin; ‘Çawa çekên we tune ne’ û lêgerîn kirin. Di vê navberê de kekê min jê re got ku wesayît aydê kargeha me ye û destûra lêgerînê jê pirsî. Wan jî gotin; ‘heke em bixwazin dikarin wesayîtê bikin deh parçe’ û çêr kirin. Ez ketim navberê. Îcar hewl dan êrişî min bikin. Polîsekî hewl da destê xwe biavêje çeka xwe û min jî hewl da asteng bikim. Tevekan êrişî me kirin, li erdê hatim dirêjkirin û gaza îsotê avêtin serûçavên min. Destên min ji pişt ve kelemçe kirin. Piştre jî li min xistin. Hewl dan bêhnê li min biçikînin. Min nekarî bêhnê bistînim û min jê xwest ku avê biavêjin serûçavên min. Lê wisa nekirin. Bênavber çêr dikirin.”    ‘GEF XWARIN’   Harman, destnîşan kir ku piştî binçavkirinê ew birine nexweşxaneyê û wiha pê de çû: “Em derb kirin û tundiya devkî li me kirin. Li nexweşxaneyê em li benda rapora derbkirinê bûn. Bijîşkî pirsa ‘sûcê wan çi ye’ kir. Polîsan derew kirin û gotin; ‘qewad in.’ Pirsa ewil a bijîşkan kirî ev bû; ‘Ev sûriyeyî ne?’ Polîsan jî gotin; ‘Na, mixabin hemwelatiyên Tirkiyeyê ne.’ Min jî bertek nîşan da û rastî bo bijîşkan got. Wê demê bijîşkî rastî fêm kir. Rapora derbkirinê da û em birin qereqolê. Di rê de ji me re gotin; ‘Ev hêj ne tiştek e. Em ê li qereqolê çi bi serê we bînin.’ Gef li me xwarin. Çêrên gelek giran li me kirin.”    Bi domdarî Harman diyar kir ku giliyê polîsên li wan xistin kirine û da zanîn ku giliyê wan kirine. Harman, ev tiş anî ziman: “Polîs dibêjin ‘hewl dan çekên me ji me bistînin.’ Lê dîmen hene û tiştekî wisa tune ye. Min hewl da polîsê destê xwe avêtî çeka xwe bidim sekinandin. Em naxwazin tişta li me hatiye kirin bi serê keseke din were. Lewma em dixwazin ev polîs bên darizandin û cezakirin.”    ‘HEM DERB KIRIN HEM JÎ GILÎ KIRIN’   Sînan Harman jî got ku polîsan bi îdiayên “muqawemeta li dijî polîsan” û “Hewl dan çekên me ji me bistînin” giliyê wan kirine û ev agahî parve kir: “Dema birayê min derb dikirin, ez jî ji pişt ve hatim kelemçekirin. Di dema bûyerê de polîsan bênavber çêr li me dikirin. Rûyê birayê min di nava xwînê de mabû. Min jê xwest ku avê lê bikin. Lê gef li min xwarin û heqaret kirin. Ser re jî çûne giliyê me kirine û îdia kirine ku me heqaret li wan kiriye. Birayê te li ber çavên te tê derbkirin, ma tu dê çawa tenê temaşe bikî? Hem em derb kirin hem jî giliyê me kirin.”    ‘EM Ê DEV JI GILIYÊ XWE BERNEDIN’   Harman, axaftina xwe wiha qedand: “Divê komelên mafên mirovan bertekê nîşan biden. Ma çi sûcê me hebû? Me tenê pirsa belgeyeke derheqê lêgerînan de jê kir. Em esnaf in û her kes me nas dike. Polîsên ev yek kirin li dijî me bi kîn bûn. Em naxwazin heman tişt bi serê tu kesekê din bê. Em ê heta dawiyê giliyê wan bikin.”    MA / Emrûllah Acar