Temellî: Li Tirkiyeyê şer tê gurkirin 2024-10-07 11:42:01 ENQERE - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bertek nîşanî rûniştina girtî ya Meclisê da û got: “Tirkiye 10 sal in adeta gurkirina şer dike.”  Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand.    Temellî bal kişand ser çalakiyên Kobanê yên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê û destnîşan kir ku gelê Kobanê li dijî rêxistinek neyarê mirovahiyê li ber xwe da. Temellî anî ziman ku deh sal bere bi berxwedanê hovîtiya DAIŞ’ê hat rawestandin. Temellî da zanîn ku yek ji berxwedanên dîrokî yên mirovahiyê ya herî girîng berxwedana Kobanê bû û got: “Di çalakiyên Kobanê de 54 mirov hatin kuştin. 47 kes endamên HDP’ê bûn. Daxuyaniya Erdogan bû sedema kuştin û mirina van mirovan.”    ‘DOZA KOBANÊ DEWAMA PLANA TÊKBIRINÊ YE’    Temellî bi bîr xist ku Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û gelek parlamenter bi îdiaya çalakiyên Kobanê hatin girtin û Doza Kobanê ku hat vekirin jî berdewamiya “Plana Têkbirinê” bû.    Temellî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Baş e ku berxwedan pêk hati baş e ku Kobanê li ber xwe da û DAIŞ têk çû. Nexwê wê encamên wê hovîtiya DAIŞ’ê bi qasî ku nayê texmînkirin wê giran buna. Îro Rojhilata Navîn bûye gola xwînê. Dramên mirovî diqewimin. Îro salvegera 7’ê Cotmeha 2023’yan ku Îsraîlêl i dijî Filîstinê êrişan da destpêkirin. Li Xezeyê qirkirina mirovan pêk hat. Êrişên Îsraîlê li gelek welatan didomin. Heke Tirkiyeyê di pêvajoya çareseriyê de israr bikira, meseleya kurd bi rêyên demokratîk bihata çareserkirin, wê siyaseta aştiyê li herêmê serdest bûya wê îro êrişên Îsraîlê yên hovane neketina meriyetê.    LI ŞÛNA AŞTIYÊ ŞER GUR DIKIN    Rizgariya gelê Îsraîlê û hemû gelê ereb di qedera hevpar a gelan de veşartî ye. Rêya vê qedera hevpar di siyaseta aştiyê de derbas dibe. Di çareseriya demokratîk de derbas dibe. Çareserî pêk were wê îro li Sûriyeyê, Iraqê, Tirkiyeyê, Îsraîlê, Filistînê şer nebûya. Rêya çareseriyê di siyaseta aştiyane de derbas dibe. Tirkiye şûna k udi siyaseta aştiyê de israr bike, li şûna aştiyê bîne herêmê lê ev 10 sal in adeta herêmê xistiye nav şer û tevgera gurkirina şer zêde kiriye.    HER TIŞT LI BER ÇAVÊ DINYAYÊ DIQEWIME    Li Meclisê wê rûniştina girtî pêk bînin. Qaşo wê agahî bidin me. Qey meriv dibêje tiştekî veşarî heye. Jixwe her tişt li ber çavê dinyayê diqewime û pêk tê. Siyaseta ku Tirkiye dişopîne pirr eşkere li ber çavan e. Siyaseta Tirkiyeyê li Efrînê, li Girêspî û Serêkaniyê, li Başûr li ber çavan e. Ne mimkûn e ku bi vê siyasetê bi pêş ve biçe. Tam jî cihê ku siyaseta Tirkiyeyê lê xitimî ye, ev der e. Sedema herî bingehîn a krîza siyasî ev e. Krîza siyasî tene bi herêmê jî sînordar namîne. Li derveyî sînorê me krîza siyasî ya şer heye lê Tirkiyeyê wek gul û gulilstan nîşan didin. Naxêr ev ne wisa ye. Mixabin bedela şer gelên Tirkiyeyê dide.    GULE Û ÇEK LI KU NE?   Narînê qetil kirin û winda kirin. Windakirin û dîtina wê jî kirin krîz. Li vir mudaxileya darazê tune ye. Em destê xwe didin cihên ku darazê dest nade wan. Em dipirsin, gule û çekên li wî gundî li ku ne? Xebata organîze ya ji bo tunekirina DNA çawa çêbû? Ev zarok hat qetilkirin û 19 rojan cenazeyê wî nehat dîtin. Mesele çibû? Em dixwazin lêkolîn bê kirin ka çima van berpirsiyaran tiştên pêwîst nekirine, lê em bi heman gotinên klîşe re rû bi rû ne. Ev hikûmet li dijî zarokan e. Dema em li nêzîkatiya wan a li ser zarokan dinêrin jixwe em vê fêm dikin. Ji ber vê jî dema zarokên wan tên qetilkirin hesasiyetê nabînin.    QETILKIRINA JINAN DIDOME    Şer dewam dike. Li naverasta kuçeyan şer dewam dike, naverasta kuçeyan adeta bûye qada şer. Hilweşandina aştiya civakî berdewam dike. Hê jî her roj jin tên qetilkirin. Kuştina jinan hat astek û rewşek wisa ku di nava salek dawî de 292 jin hatine qetilkirin. Ev reqamek pirr cidî ye. Duh 6 jin hatine qetilkirin. İkbal Uzuner û Ayşenur Halil bi awayek hovane hatine qetilkirin. Tu wîjdan viya qebûl nake.”