Xebata madenê ya li Pîrejmanê zirarê dide xwezayê 2024-10-07 10:56:21 AMED - Li gundê Pîrejmanê yê Pîranê welatiyan kêliya ku xebata madenê xwezayê qirêjî dike tomar kirin.    Li gundê Pîrejmanê ya ser bi navçeya Pîrana Amedê ve Şîrketa Madenê ya Olmez xebata madenê dike û ev yek xwezayê qirêjî dike. Welatiyên gund kêliya ku dînamît tên teqandin û toz û gemara ku jê radibe bi telefonên xwe kişandin. Welatiyan qirêjkirina xwezayê tomar kir. Welatiyan destnîşan kir ku cih û warê jiyana wan di bin gef û talûkeyê de ye.    'EM JI TALANA XWEZAYÊ RE BÊJIN NA'    Welatiyek ji gund vîdeoya kêliya ku maden xesarê dide xwezayê ji ajansa me re şand û destnîşan kir ku madena ji gundê wan tê derxistin zirarê die xwezayê û çandiniya gundiyan û got: "Werin em ji vê talana xwezayê re bêjin na. Her kesê xwedî hestiyar divê bertek nîşan bide û xwedî li xwezaya me derkeve."