Banga ji bo ‘Mitînga Azadiyê’: Divê bi sedhezaran kes ji bo çareseriyê li Amedê bin 2024-10-07 09:01:11 AMED/WAN - Siyasetmedaran û rêveberên rêxistinên sivîl banga beşdariya “Mitînga Azadiyê” kirin û gotin: “Divê bi sed hezaran kes li Amedê bicivin.”  Çalakiyên di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" de ku di 10'ê Cotmeha 2023'yan de ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, dewam dikin.   Di çarçoveya kampanyayê de wê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk di 13'ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşmeya "Em li dijî komployê li ber xwe didin, li Amedê ji bo azadiyê em li hev dicicin" mitîngek mezin bê lidarxistin. Ji bo mitîngê xebatek û seferberiyek bêhempa hatiye destpêkirin. Ji bo mitîngê destûr hatiye wergirtin û li her derî banga beşdariya mitîngê tê kirin.  Rêveberên Federasyona Komeleên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Şafî Hayme û Orhan Işik banga mitîngê kirin.    ‘OCALAN DIKARE ÇARESERÎ Û AŞTIYÊ PÊK BÎNE’      Şafî Hayme anî ziman ku tecrîda li girtîgehan dijwartir bûye û got ku girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû mane û heta cenazeyên wan dernekevin nayên berdan. Hayme, Aldulkadîr Kuday ê ku herî dawî di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da bi bîr xist û got: “Berdana girtiyan tê taloqkirin û nayên berdan. Em van naxwazin. Em dixwazin berdana girtiyan neyê astengkirin û girtî bên berdan. Lewma mitînga azadiyê gelek girîng e.”   Hayme destnîşan kir ku heta ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin neyê kirin, tecrîd neyê rakirin wê pirsgirêka kurd neyê çareserkirin û got: “Yê ku dikare şer bi dawî bike û çareserî û aştiyê pêk bînê Abdullah Ocalan e. Divê her kes li dijî tecrîda li Îmraliyê ji bo çareseriya demokratîk beşdarî mitînga 13’ê Cotmehê bibe. Divê demildest bi Ocalan re hevdîtin bê kirin. Her kesê ku li dijî şer û mirinê ye divê beşdarî mitîngê bibin.”    'OCALAN AKTOREK MEZIN E’      Rêveberê MED TUHAD-FED Orhan Işik jî diyar kir ku yên ku naxwazin pirsgirêka kurd çareser bikin 43 meh in Abdullah Ocalan tecrîd dikin û got: “Abdullah Ocalan tenê ne kesek e. Li Rojhilata Navîn aktorek herî mezin e. Mitînga di 13’ê Cotmehê de li Amedê bê lidadrxistin, ji bo çareseriyê firsendek gelek mezin e. Divê her kes li dijî tecrîdê û şer beşdarî mitîngê bibe û dengê xwe bilind bikin. Divê bi sed hezaran kes ji Kurdistanê û Tirkiyeyê biherikin mitîngê.”    JI WANÊ BANG      Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî jî banga beşdariya mitîngê kir û wiha got: “Tecrîda Îmraliyê bingeha zextên li ser gelê kurd e. Ji ber tecrîdê roj bi roj xitimandina pirsgirêka Kurd kûrtir dibe. Li gel tecrîda li ser birêz Ocalan ev nêzî 4 sal in jî agahî jê nayê girtin. Tecrîd ne li gorî qanûnên welat û ne jî qanûnên Ewropayê ye. Ji bo rakirina tecrîdê di 13’ê Cotmehê de em ê li Qada Îstasyonê ya Amedê bi gelê xwe re bicivin. Em bang li her kesên ku li Tirkiyeyê aştî û demokrasiye diparêzin dikin ku ji bo azadiyê li wê qadê bên cem hev û tecrîdê bînin ziman."