ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2024'AN 2024-10-07 09:00:21   * Parêzer Emran Emekçî da zanîn ku komplo bi sîstema modernîteya demokratîk a ku Abdullah Ocalan li Îmraliyê pêş xistiye, bi awayekî teorîk hatiye pûçkirin û got: “Dozên ku me li DMME’yê vekirine biryara wan nayê dayîn. Yanî rehenda hiqûqî ya komployê jî ji demboriyê re dihêlin.”    * Nivîskarê girtî Resûl Baltaci tevî ku cezayê xwe qedandiye jî nayê berdan. Kurê wî Azad Baltaci yê ku sê meh piştî girtina bavê xwe hat dinê, bertek nîşanî neberdana bavê xwe da û got ku 32 sal in bêhiqûqî didome.    * Siyasetmedaran û rêveberên rêxistinên sivîl banga beşdariya “Mitînga Azadiyê” kirin û gotin: “Divê bi sed hezaran kes li Amedê bicivin.”    * Li Wanê guhîj li ser dezgehan e. Sala par kiloya wan 150 lîre bû û îsal kîloya wan bi 200 lîreyan tê firotin.    * KESK dê têkildarî kampanyaya ku dê bi dirûşmeya “Em nikarin li hev bikin! Em di Têkoşîna li Dijî Xizaniyê de Dibin Yek!” gelemperiyê welat bidin destpêkirin dê li oteleke li Enqereyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (10.00)    * Ji bo “Mitînga Azadiyê” ku wê di 13’ê cotmehê de bê lidarxistin, wê li Amed û navçeyên civînên gel bên lidarxistin û serdanên dikandaran bên kirin  (11.00-20.00)   * Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî li Meclisê civina çapemeniyê li dar bixe û geşedanên di rojevê de binirxîne. (11.30) ZINDΠ   * Li Êlih û Wanê dê çalakiya “Deng bide azadiyê” were lidarxistin. (12.00-14.00)    * DAKAP û Pêkhateyên Tora Têkoşîna bi Tundiyê re ya Amedê dê têkildarî komkujiyên jinan li Qada Şêx Seîd daxuyaniyê bidin. (18.00)