Li Korta Kasorê nerazîbûna dijî madenê: 60 gund bi tinekirina avê re rû bi rû mane 2024-10-06 17:10:43 AMED - Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren di daxuyaniya li dijî xebatên madenê ya li Korta Kasora Pasûrê de axivî û got: "Em li dijî vê talana ekolojiyê we hemûyan vedixwînin Mitînga Azadiyê ya li Amedê." Bi pêşengiya Platforma Parastina Hewzeya Kasora Pasûrê ya dijî xebatên madenê hatiye avakirin daxuyanî da. Platform li dijî xebata madenê ya li herêma Gavgas, Kûyê, Awdegês, Arqetîn û Xuruç tê kirin. Daxuyanî li gundê Awgêdas hat dayîn.    Parlamenterên DEM Partiyê, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, hevşaredarên navçeyan, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên gelek bajaran û gelek şêniyên herêmê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dovîzên “Xwezaya me xwebûna me ye", "Em dev jê bernadin - Xwezaya me hebûna me ye, em serî natewînin" hatin hildan û pankartên "Em rê nadin talana li ser xwezayê - Em rê nadin talana xwezayê", "Sermaye ji Pasûrê biciheme" û "Pasûr ji madenê girîngtir e" hatin vekirin.    DÊ AVA 25 HEZAR KES TUNE BIBE    Sekreterê Komîsyona Hawirdorê û Bajêr ya Baroya Amedê Ahmet Înan da zanîn ku ava 25 hezar kes a mirovên herêmê ji Hewzeya Kasorê tê dabînkirin û heke ev xebata madenê bidome wê ava 25 hezar welatiyên herêmê tune bibe.    'ÇI FEYDEYA MADENÊ LI GEL DIBE?'   Paşê jî Hevşaredarê Amedê Dogan Hatûn jî destnîşan kir ku ava 60 gundan ji vê hewzeyê tê dabînkirin û got: "Tiştekî ku li vir feydeya wê li gel bibe tine ye. Heke hûn madenê li vir bidomînin wê çanda bi hezaran sal û ava paqij tune bibe. Wê gel were koçberkirin. Nexwê feydeya vê ya cemaweriyê li ku ye? Çi were serê vê herêmê, mesûliyet a we ye. Dest ji vê şaşîtiyê berdin."    ‘LI DIJÎ TALANÊ WERIN EM TEV LI MITÎNGÊ BIBIN'    Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî destnîşan kir ku bi HES'an, bendavan, şewata daristanan, kanên madenê hevsengiya ekolojiya herêmê hatiye xerakirin. Eren anî ziman ku ew ê destûrê nedin ku çand, dîrok û axa wan tine bibe û got: "Heke hûn vê talanê naxwazin û dixwazin li ber vê talanê rabin, werin em di 13'ê cotmehê de tev li mitînga Azadiyê ya li Amedê bibin."   JINÊN GUNDAN BERTEK NÎŞAN DAN    Zubeyde Memîş a ji wê herêmê jî axivî û got: "Em naxwazin maden ji vir bên derrxistin. Cara ewil me ji gund derxistin lê em cara duyemîn li gundên xwe bicih bûn. Niha dîsa dixwazin me ji gundên me derxin. Em ê biçin ku?"    Jinên ji gundê Kûyê destnîşan kirin ku ew li dijî madenê ne û gotin: "Bi vê madenê dixwazin aramiya xera bikin. Divê heta niha me destûra xebata vê madenê nedaba. Em li ser navê jinên van gundan naxwazin ev xebat bê kirin."    Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.