Stêrka Çapemeniya Azad: Gurbetellî Ersoz 2024-10-06 11:09:25 STENBOL - Rojnamevan Ferda Çetîn û Gunay Arslan qala Gurbetellî Ersoz kirin. Ferda Çetîn got: “Gurbetellî stêrka çapemeniya kurd e. Ji bo çapemeniya kurd nasnameyek.” Di ser mirina Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gûrbetellî Ersoz re 27 sal derbas bûn. Ersoz ku di dîroka çapemeniya azad de, di warê rojnamevaniya jinan de xwedî rol û rosteke girîng bû, li dijî zimanê çapemeniya nêrza, bû yek ji pêşengên rojnamevaniya li ser esasên jinê. Ersoz ku di saka 1965'an de li navçeya Palo ya Xarpêtê hat dinê, li Zanîngeha Çûkûrovayê li Fakulteya Kîmyayê wekî lêkolînerekê xebitî. Ersoz ku di sala 1989'an de ji ber fikrên xwe yên siyasî hat girtin û bi îşkenceyeke giran re rû bi rû dimîne. Di sala 1993'yan de ji girtîgehê derket û di Rojnameya Ozgur Gundemê de wekî Gerînendeya Weşana Giştî xebitî. Gava ji ber kar û barên rojnamevaniyê ceza lê hat birîn, di sala 1995'an de berê xwe da çiyê. Ersoz di 7'ê cotmeha 1997'an de li başûrê Kurdistanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Bi boneya vê rojê ji sala 2014’an ve 7’ê cotmehê wek Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd tê pîrozkirin.    Rojnamevan Ferda Çetîn û Gunay Aslan ên wê demê bi Ersoz re xebitîbûn behsa hevala xwe kirin.    Ferda Çetîn diyar kir ku di sala 1990'î de li Girtîgeha Meletiyê cara ewil Gurbetellî Ersoz nas kiriye û di doza ku lê dihat darizandin de parêzeriya wî kiriye û wiha got: "Dema ez diçûm serdana wê me demdirêj sohbet dikir. Piştî ku Gurbetellî ji girtîgehê derket, di sala 1993’yan de em bi hev re di rojnameya Ozgur Gundemê de xebitîn. Gurbetellî gerînendeya weşana rojnameyê bû û ez jî alîkarê bûm. Odeya me ya xebatê heman ode bû. Serdema em dixebitîn li Kurdistanê şer giran bû, şewitandina gundan û kuştinên kiryar nediyar her roj pêk dihatin. Li dijî rojnamevanên kurd êrişên sîstematîk pêk dihatin. Gele hevalên me hatin girtin. Her sibeh di civîna rojevên me de rojeva êrişên li ser nûçegihan û belavkarên rojnameyê hebû.”      ‘MIN WÊ BI HEQÎQETÊ NAS KIR’    Çetîn anî ziman ku şert û mercên zehmet ên jiyanê dihêle ku mirov mirova baştir hev nas bikin û ji hev fêm bike û ev pêvajo wiha nirxand: “Ji ber vê yekê pêvajoya Ozgur Gundemê ji min re fersend afirand ku ez Gurbet û gelek hevalan bi rastiyên wan nas bikim. Di 10'ê Kanûna 1993'yan de piştî çapkirina rojnameyê em bi hemû xebatkaran re hatin binçavkirin û di doza ku hatibû vekirin de bi hev re hatin darizandin. Tevî êriş û qetlîaman jî kurdan rojname derdixist û rojeva xwe diyar dikirin. Dewlet êdî tehemûla vê 'îsyanê' nekir. Bi fermana nivîskî ya Serokwezîra Komara Tirkiyeyê Tansû Çîller, rojname di 3'ê Kanûna 1994'an de li navenda Stenbolê hat bombekirin û teqandin."   ‘MIROV LI CEM WÊ XWE BI EWLE DIDÎT’    Çetîn da zanîn ku Gurbetellî piştî çû Başûr jî bi hev re diaxivîn û roja ku wê jiyana xwe ji dest bide roja 7’ê cotmehê sohbetek demdirêj bi hev re kirine û ew di nav kemîna ku PDK’ê de danî ji aliyê tanka leşkerên tirk ve hat qetilkirin. Çetîn anî ziman ku Gurbetellî ji her kesî hez dikir û dilê kesekî nedişakand û dema yek li cem wê buya her tim xwe di ewlehiyê û aramiyê de didît.    ‘NASNAMEYA ÇAPEMENIYA KURD E’    Çetîn bal kişand ser keda Gurbetelli ya di televizyon, ajans û rojnameyên kurdan de û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gurbetellî Ersoz stêrka çapemeniya kurd bû. Ji bo çapemeniya Kurd nasname ye. Gurbetellî vî karî bi serkeftî pêk anî. Ji Ozgur Gundemê heta îro rojnamegeriya jinên kurd bi pêş dikeve û geş dibe. Rojnameger, edîtor, nivîskar, derhêner, kameramanên jin ên Kurd her ku diçe zêde dibin û xebatên serkeftî dikin.   TÊN GIRTIN PAŞÊ LI ŞAMÊ HEV DIBÎNIN    Rojnamevan Gunay Aslan jî anî ziman ku di sala 1993'yan de cara ewil Gurbetellî di rojnameyê de nas kiriye û got: "Wê rojê me bi rojeva giştî ya Tirkiye û Kurdistanê re behsa rojnamegeriyê kir. Çend meh piştî hevdîtina me ya yekem bi Gurbet re ez hatim girtin û ketim girtîgehê. Piştî li dijî rojnameyê operasyon hat kirin û ew jî hatin girtin. Ev duyemîn girtina wê bû. Paşê ez di destpêka sala 1995’an de ji girtîgehê derketim û di Adara 1995’an de çûm Şamê. Dema ku ez çûm Şamê, me li wir hev dît, ew jî ji girtîgehê derketibû."   ‘XWEDÎ HIŞMENDIYA NETEWEYÎ BÛ’    Aslan anî ziman ku bi qasî hefteyekê li Şamê bi hev re man û wiha got: “Li wir me firsend dît ku li wir bi awayekî berfireh sohbet bikin. Di wê dema kurt de me bi hev re li ser xebatên rojnamegeriyê, meylên siyasî û pêvajoyên wê çaxê axaftinan kir. Gurbet piştre çû qadên gerîla. Ji ber vê yekê ez vegeriyam Ewropayê. Min di nava wê dema zehmet de jî carna agahiyan jê werdigirt. Gurbetellî xwedî hişmendî û hesasiyeteke bilind a neteweyî bû û aliyê wî yê mirovî jî xurt bû.  Di warê nivîsandin, çapemenî û şerkirinê de kesekî xwedî jêhatîbûneke taybet bû. Ew kesek taybet bû. Beriya Gurbet birayê wê Agir jî hebû, tev li nava refên têkoşînê bû û jiyana xwe ji dest da. Û şopên kûr û bandorên kûr ên şehîdbûna birayê wê li ser wê hebû.”    ‘MÎRASA WAN BI JI JIN JIYAN AZADÎ DIDOME’    Aslan anî ziman ku Ersoz nirxeke ku bi cihê wê nayê tijekirinê ye û û wiha got: “Xwedî keseyatek têkoşer û her tim lêpirsîner bû. Rojnivîska Gurbet jî hat weşandin, li pey xwe mîrasek girîng hişt. Di temenekî biçûk de jiyana xwe ji dest da. Yek ji jinên pêşeng bû. Mîrasa wan îro jî bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ li hemû cîhanê didome.”