Ji Şaredariya Wanê xizmeta pirzimanî 2024-10-05 15:55:47   WAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê zimanê kurdî jî li malpera xwe zêde kir.    Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye, li gel xebatên xwe yên şaredarvaniyê xebatên çandî û ziman jî pêş dixe. Şaredarî di çarçoveya daxwaza welatiyan de dê xebatên xwe di malpera şaraedariyê de wek kurdî jî parve bike. Bi vê xebatê ve hemwelatî dê bikaribin bi zimanê xwe yê zikmakî jî derbarê xizmetên şaredariyê de agahdar bibin.    Hat zanîn ku şaredarî dê piştî demekî nêz zimanê îngilîzî jî li malpera xwe zêde bike.