Li sê bajaran banga hevpar: Bila girtiyên nexweş bên berdan 2024-10-05 15:10:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îzmîr, Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî hat dayîn û hat westin girtiyên nexweş Fevzî Arslan, Abdurrahîm Gemîcîoglû û Ateş Gobe bên berdan.    Çalakiyên heftane yên ji bo girtiyên nexweş ku berdana wan tên astengkirin didomin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê çalakiya ji du hefteyan carek ji bo girtiyên nexweş li dar dixe, li navçeya Konakê berdewam kir. Gelek kes tev li çalakiya hefteya 297'emîn li dar xist. Hevserokê ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdurrahîm Gemîcîoglû yê 67 salî.    Aydin diyar kir ku Gemîcîoglû di sala 2012’an de 14 meh ji “Doza KCK’ê” 14 meh girtî dimîne û piştî tê berdan doz didome û paşê piştî 8 sal 9 meh ceza lê tê birin. Aydin da zanîn ku Gemîcîoglû di 3’yê cotmeha 2024’an de li Geverê tê girtin. Aydin anî ziman ku Gemîcîoglû nexweş e û xwest were tedawîkirin û berdan.    STENBOL    Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê di hefteya 654’an de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê li dar xist. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Fevzî Arslan ê li Girtîgeha Tîpa Y a Suluca Edeneyê tê ragirtin.    Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn axivî û bal kişand ser qetilkirina Abdulkadîr Kuday ê li girtîgehê tevî rewşa wî giran bû jî nehat berdan û got ku sazî û dezgehên dewletê tevî hemû serlêdan û daxwazan jî li ber çavan terkî mirinê kir.    ‘BILA ARSLAN Û GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN’    Keskîn da zanîn ku Fevzî Arslan ê 56 salî jî girtiyê nexweş e û ji ber ku xesara mêjî lê peyda bûye her ku diçe rewşa wî xedar dibe û bi awayek rêkûpêk nayê tedawîkirin. Keskîn destnîşan kir ku Arslan hatiye wê astê ku êdî nikare malbata xwe jî nas bike û xwest Arslan û hemû girtiyên nexweş demildest bê berdan.    ENQERE   Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî di hefteya 526’emîn de li Cadeya Sakarya çalakî li dar xist û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Nûray Çevîrmen daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ateş Gobe yê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê. Çevîrmen da zanîn ku ev 30 sal in Ateş Gobe di girtîgehê de ye û gelek nexweşîn lê peyda bûne. Çevîrmen bal kişand ser nexweşiyên li Gobe peyda bûne û xwest Ateş Gobe demildest were tehliyekirin.