TTB’ê li Agiriyê nûnertî vekir 2024-10-05 15:05:43   AGIRÎ - Odeya Bijîşkan a Agirî, Qers, Erdexan û Îdirê vebû.    Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Odeya Bijîşkan a Agirî, Qers, Erdexan û Îdirê vekir. Seroka TTB’ê ya berê Şebnem Korur Fîncanci, Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag û gelek endamên partiyên siyasî û nûnerên rêxisitinên sivîl, tev li vekirina nûnertiya TTB’ê bûn. Di merasîma vekirinê de Serokê Odeya Bişîşkan ê Agirî, Qers, Erdexan û Îdirê Onûr Nacî Karahanci anî ziman ku nûnertî bi xebatekî hevpar ve hate vekirin. Di merasîmê de têkildarî TTB’ê slaytek jî hate nîşandan.