Wezîrê Karên Derve yê Îranê serdana Şamê kir 2024-10-05 12:56:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abas Araqcî li gel şandeyekê çû Şamê.   Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abas Araqcî ji bo hin hevdîtinên têkildarî geşedanên li heremê bi rayedarên hikumeta Şamê re pêk bîne hate Şamê.   Piştî şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de ev serdana yekemîn a rayedarekî Îranê ye. Araqcî duh çûbû Beyrûtê û di civîneke çapemeniyê ya li wir de gotibû: "Hebûna min li vir helwesta Îranê ya piştgiriya vî welatî û Hizbullahê nîşan dide."