Ji çalakiya Dayikên Şemiyê re beraet hate dayîn 2024-10-04 13:50:47   STENBOL - 20 xizmên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan ên ji ber tev li çalakiya Dayikên Şemiyê bûbûn bi hinceta “li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan derketine” hatin darizandin beraet kirin.   Danişîna 4’emîn a doza derbarê 20 xizmên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan de ji ber çalakiya hefteya 950’yan a Dayikên/Mirovên Şemiyê bi îdiaya “Li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan a bi hejmara 2911’an derketine” hatiye vekirin  li 39’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Edliyeya Stenbolê hate lidarxistin. Hin kesên tên darizandin û parêzerên wan tev li danişînê bûn. Cuneyt Yilmaz ê ewilî axivî, diyar kir ku roja bûyerê polîsan bêyî ku wan hişyar bikin li wan dane û wiha got: “Dema em ber bi Qada Galatasarayê ve diçûn, polîsan em bi lêdanê binçavkirin. Ez tiştên ku pê têm sûcdarkirin qebûl nakim.”   ‘HEWCEHÎ BI DESTÛRÊ NÎNE’    Hunkar Huda Tanriverdî yê piştî Yilmaz parastin kir jî wiha got: “Bêyî ku hişyariyek bê kirin em hatin binçavkirin. Li midûriyeta polîsan pirsa ‘Ji bo ku hûn çalakiyê li dar bixin we ji kê destûr girt’ pirsîn. Mafê xwepêşandanê yê aştiyane mafekî destûra bingehîn e. Hewce nake ku mirov ji cihekê destûrê bigire.”   ‘GILIYÊN ME LI BER ÇAV NAYÊN GIRTIN’    Merîç Eyuboglû jî di parastina xwe de wiha got: “Ez parêzer im, lê ji sala 1995’an ve diçim çalakiyên Dayikên Şemiyê. Tevî ku têkildarî hefteya 700’emîn 3 biryarên cuda yên Dadgeha Destûra Bingehîn hene jî em bi awayekî keyfî hatin binçavkirin. Dema em ber bi Qada Galatasarayê ve dimeşiyan polîsan em dorpêç kirin. Polîsên ku me biryara AYM’ê bi bîra wan xist gotin ku ‘Di destê me de jî biryara qedexeyê heye’. Lê ew biryar teblîx nekirin. Em li vir tên darizandin lê giliyên me yên derbarê polîsên ku em bi awayekî keyfî binçavkirin û li me dan de li ber çavan nayên girtin.”   Piştî parastinan dozger diyar kir ku hêmanên sûc pêk nehatine bi daxwaza hemû kesên tên darizandin beraet bikin mutalaya xwe pêşkeşî dadgehê kir.    Parêzerên kesên tên darizandin bi dorê mafê axaftinê girtin û li dijî mutalayê axivîn. Parêzeran diyar kirin ku xwepêşandana aştiyane mafekî destûra bingehîn e û ji ber vê yekê daxwaza beraeta muwekîlên xwe kir.    BIRYARA BERAETÊ    Dadgehê piştî navberê diyar kir ku hêmanên sûc yên derbarê kesên tên darizandin de pêk nehatine û derbarê 20 kesan de cuda cuda biryara beraetê da.