Înfaza girtiyê nexweş Dayan 6 mehan hate taloqkirin 2024-10-04 12:03:45   SÊRT - Li Êlihê li ser serlêdanên ji bo girtî Nûrettîn Dayan ê ku nexweşiya penceşêrê ya pişikê pê re heye hatin kirin biryar hate dayîn ku înfaza wî 6 mehan were taloqkirin.    Li ser rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” înfaza girtiyê nexweşê penceşêra pişikê ya di asta çaremîn de Nûrettîn Dayan ê li Girtîgeha Tîpa T a Qûbînê ya Êlihê dihate ragirtin hate taloqkirin. Parêzeran ji bo înfaza Dayan were taloqkirin serî li Dadgeha Înfazê ya Êlihê dan. Li ser serlêdanê ji Lijneya Tenduristiyê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê têkildarî rewşa Dayan raporek hate xwestin. Lijneya Tenduristiyê ji Dayan re rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” da. Rapora derbarê Dayan de hatiye dayîn ji Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê re hate şandin. ATK’ê derbarê Dayan de rapora “nikare di girtîgehê de” bimîne da û diyar kir ku dixwazin înfaza Dayan 6 mehan were taloqkirin. Dadgeha Înfaê ya Êlihê di çarçoveya rapora ATK’ê de biryar da ku înfaza Dayan 6 mehna were taloqkirin.    ‘DIVÊ SERERASTKIRINEKE HIQÛQÎ WERE KIRIN’    Parêzerê malbatê Mehmet Nûrî Ekîncî diyar kir ku divê biryara hatiye dayîn ne demkî bûya û wiha got: “Em her çiqas ji vê biryarê keyfxweş bibin jî têr nake. Derbarê Dayan de dê di nava 6 mehan de nirxandineke din were kirin. Ev jî dê rîska birina girtîgehê bi xwe re bîne. Mafê berdana Dayan a bi şertê kontrola edlî jî dê tîrmeha 2025’an dest pê bike. Girîng e ku Dayan were berdan û tedawiya wî were kirin.”   Ekîncî, da zanîn ku ji bo ku girtiyên nexweş bên berdan divê sererastkirineke hiqûqî were kirin û wiha domand: “Bi rastî jî em ji mirina Abdûlkadîr Kûday gelek bi bandor bûn. Ji ber ku mafê jiyan û tenduristiyê heye. Ev tê wê wateyê ku ev mafên Kûday hemû tune hatine hesibandin. Her wiha Kûday di nava lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD’ê de bû, ji bo gelek caran daxwaza taloqkirina înfazê hate kirin. Lê mixabin encam her tim neyînî bûn û agahiya ku me dawiyê girt vê gotinê bi me dide gotin: Heq, hiqûq, edaletê tenê ji têgehan pêk tên.”