‘Kuday terkî mirinê hate kirin û ev yek îdam bi xwe ye’ 2024-10-04 09:42:38   STENBOL - Hevserokên MATUHAYDER’ê Dîlek Sonmez Demîr û Mehmet Şafî Erol diyar kirin ku tevî rapora ATK’ê ya “nikare di girtîgehê de bimîne” jî Abdulkadîr Kuday nehate tehliyekirin û wiha gotin: “Ev sepan îdam bi xwe ye.”    Abdulkadîr Kuday tevî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê jî nehate berdan û di 2’yê cotmehê de li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa R a Metrîsê jiyana xwe ji dest da. Saziya Tipa Edlî (ATK) 3 caran ji bo Kuday rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” da lê tevî vê yekê jî tedawiya wî hate astengkirin û hewldanên ji bo tehliyekirina wî bêencam man.    ‘EM Ê VAN SÛCAN LI HER DERÊ TEŞHÎR BIKIN’   Hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) Dîlek Sonmez Demîr bi bîr xist ku tevî rapora ATK’ê ya “nikare di girtîgehê de bimîne” jî Kuday nehatiye berdan. Demîr, wiha got: “Neberdana Kuday, feraseta hiqûqa faşîst e. Mixabin li Tirkiyeyê hiqûq tune ye. Kuday ji nişka ve daket 38 kîloyan û nedikariya xwarinê bixwe. Ev derhiqûqtî, rê li ber mirina rêhevalên me vedike. Daxwaza wî ew bû ku demên dawî bi malbata xwe re derbas bike. Lê hiqûqa dijminatiyê ev daxwaz tune hesiband. Bi mirina Kuday re sûc kirin. Em van sûcan qebûl nakin.    Cenazeyên gelek hevalên me ji girtîgehan derketin. Niha jî gelek girtiyên nexweş hene. Em ê sûcên dewleta tirk û îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê li her derê teşhîr bikin. Em ê vê bibin DMME’yê. Em ê hemû cîhanê jê agahdar bikin û serlêdanên sûc bikin. Îktîdar dibêje îdam tune ye lê girtiyan bi mirinê re rû bi rû dihêle. Dibêjin, em cezayê îdamê nadin lê dê we li hundir bikujin. Ev sûc e û em ê vî sûcî li her derê teşhîr bikin.”    ‘SEPANÊN HEYÎ ÎDAM BI XWE YE’    Hevserokê MATUHAYDER’ê Mehmet Şafî Erol jî got ku li girtîgehên Tirkiyeyê gelek binpêkirinên mafan hene. Erol, wiha pê de çû: “Di 9 mehan de 22 cenaze ji girtîgehan derketin. Divê mirov vê yekê wiha binirxîne; dibe ku li vî welatî îdam tune be lê sepanên heyî îdam bi xwe ne. Ji ber ku tevî nikare sexbêra xwe bike û tevî hişyariyan jî bernadin.”    'EM SEPANÊN DERMIROVÎ QEBÛL NAKIN’    Erol, rapora ATK’ê ya “nikare di girtîgehê de bimîne” bi bîr xist û axaftina xwe wiha qedand: “Tevî vê raporê jî ji bo kuştina Kuday ketin nava hewldanan. Ev yek pirsgirêkeke hiqûqî ye. Em vê derhiqûqtiyê qebûl nakin. Divê her kes li dijî vê rewşê bihestiyar be. Abdulkadîr Kuday heke îro li mala xwe jiyana xwe ji dest dabûya yan jî malbata wî ew biribûya nexweşxaneyekê, belkî çendek meh an jî salên din bijiya. Ev sepan, sepaneke dermirovî ye. Em van sepanên dermirovî qebûl nakin.”