Banga ji bo mitînga ‘Azadiyê’: Ji bo çareseriyê werin bi sedhezaran li Amedê bicivin 2024-10-04 09:41:08 STENBOL - Hevserokê DEM Partiya Stenbolê Mûrat Kalmaz da zanîn ku xebatên mitînga “azadiyê” didomînin û got: “Ji bo em çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Abdullah Ocalan daxwaz bikin, werin em di 13’ê cotmehê de li Amedê bin.”    Li Amedê di 13’ê cotmehê de bi armanca daxwaza çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê bi dirûşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê dicivin” mitîng bê lidarxistin. Li Stenbolê jî xebatên ji bo beşdariya mitîngê didomin. Hevserokê DEM Partiya Stenbolê Mûrat Kalmaz têkildarî xebatên beşdariya ji bo mitîngê li Stenbolê dimeşînin agahî dan.    LI DIJÎ KOMPLOYÊ BERXWEDAN    Kalmaz diyar kir ku komplo hê jî didome û got ku komploya navneteweyî bi armanca derxistina kurdan ji siyasetê li Rojhilata Navîn û bê serok hiştina wan hatiye kirin, lê bi berxwedana ku 25 sal in di serî de li Îmraliyê bi taybetî li Kurdistanê tê pêşxistin ev yek hat pûçkirin. Kalmaz anî ziman ku xitimandina pirsgirêka kurd didome û got: “25 sal in berxwedanek ji bo me tê meşandin. Di vê mijarê de berxwedaneke mezin a gelê kurd û dostên wan heye.”   Hevserokê DEM Partiya Stenbolê Mûrat Kalmaz   ‘MUXATABÊ ÇARESERIYÊ BIRÊZ OCALAN E’    Kalmaz destnîşan kir ku muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Abdullah Ocalan e û got ku bi qedandina pêvajoya diyalogê re li Tirkiyeyê kriz zêdetir bûn. Kalmaz bal kişand ser rol û rista Ocalan û got: “Azadiya birêz Ocalan di heman deme de wê pirsgirêka kurd jî çareser bike û hem jî wê Tirkiye demorkatîk bibe. Heke pêvajoyek nû dest pê bike wê hemû pirsgirêk bên çareserkirin.”    ‘WERIN EM BI SED HEZARAN LI AMEDÊ BICIVIN’    Kalmaz behsa xebatên amadekariya mitîngê kir û got: “Niha li hemû navçeyên me xebat berdewam dikin. Bi şev li malan, bi roj jî li bazaran û esnafan serdan tên kirin. Em gele xwe vedixwînin mitînga 13’ê cotmehê ya li Amedê bê lidarxistin. Em belavokan dikin û serdana rêxistinên sivîl dikin û her aliyan vedixwînin mitîngê. Ji bo em çareserkirkirina pirsgirêka kurd û azadiya Rêberê Gelê Kurd daxwaz û qîr bikin, werin em bi sedhezaran di 13’ê cotmehê de li Amedê bicivin.”