Ekîncî piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan 2024-10-03 14:13:19   ÎZMÎR - Hayrettîn Ekîncî ku ji ber redkirina zexta poşmantiyê tehliyeya wî 6 mehan hatibû taloqkirin, piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan.    Hayrettîn Ekîncî (63) li Girtîgeha Hejmar 2 ya Şakran a Alîaga ya Îzmîrê dihat ragirtin. Ekîncî, 6 meh berê înfaza xwe ya 30 salan temam kir lê belê ji ber ku zexta “poşmantiyê” qebûl nekir, tehliyeya wî ji bo 6 mehan hatibû taloqkirin. Ekîncî, piştî temamkirina 6 mehan hate berdan. Ekîncî, li ber deriyê girtîgehê ji hêla endamên malbata xwe, rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hate pêşwazîkirin.    Ekîncî, li vir axaftineke kin kir û bal kişand ser pirsgirêkên li girtîgehan. Ekîncî, da zanîn ku wan li dijî zexta “poşmantiyê” û her cureyên binpêkirinên mafan û polîtîkayên bêzarkirinê li ber xwe dane.    Tê payin ku Ekîncî sibe serê sibehê bi balafirê ber bi Amedê ve bi rê keve û saet di 09.00’ê de bigihije Amedê.    ÇI BÛBÛ?   Ekîncî, di sala 1994’an de li Stenbolê hate binçavkirin. Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê da Ekîncî. Ekîncî li gorî rêzê li girtîgehên Stenbol, Dîlok, Mêrdîn û Îzmîrê ma. Dema înfaza xwe ya 30 salan temam kirî, bi hinceta ku “poşmantî” qebûl nekir, tehliyeya wî ji bo 6 mehan hate taloqkirin.    8 PIRTÛKÊN BI KURDÎ NIVÎSAND   Ekîncî, di nava 30 salên girtîgehê de bi zaraveyê kurmancî pirtûkên “Li Çiyayê Qerejdax Şopa Gerîla”, “Birîna Qerejdaxê”, “Jan Bûne Nepenî”, “Rewşa Kurdên Ezîdî”, “Hemû Dîwanen Min”, “Evîna Qesrê”, “Strana Mêrxasan” û “Dengbêjî” nivîsand û çap kir.