Gora Garîpoglû yê Karabûlût qetilkirî hate vekirin 2024-10-03 12:17:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Gora Cem Garîpoglû yê Munevver Karabûlût qetil kir, li ser daxwaza Karabûlût hate vekirin.    Gora Cem Garîpoglû yê beriya 15 salan Munevver Karabûlût qetil kir û hate îdiakirin ku li girtîgeha lê dihate ragirtin întîhar kiriye, li ser daxwaza malbata Karabûlût hate vekirin. Li ser îdîayên ku Garîpoglû nemiriye û di gorê de cenazeyê kesekî din hatiye dîtin, malbata Karabûlût xwest ku gor bê vekirin û bi daxwaza bidawîkirina nîqaşê xwest nasname bê teşxîskirin. Dozgeriya ku daxwaz bi erênî pêşwazî kir, ji bo ku gora Garîpoglû were vekirin roj diyar kir.    Piştî temambûna amadekariyên pêwîst, ji bo vekirina gora Garîpoglû ya li Goristana Karacaahmet danê sibehê, xebat hatin destpêkirin. Peywîrdarên ku dê gorê bikolin, tîmên lêkolînkirina cihê bûyerê û dozger çûn Goristana Karacaahmet. Ji bo ku cenazeyê ji gorê hatiye derxistin neyê dîtin, dora gorê bi îskeleta perde hate dorpêçkirin. Di dema vekirina gorê de parêzerê malbata Karabûlût Rezan Epozdemîr jî amade bû.    Mînakên ji gora hate vekirin hatin wergirtin dê ji bo lêkolîna DNA’yê bibin Saziya Tiba Edlî û wê bê diyarkirin ku cenazeyê di gorê de aydê Cem Garîpoglû ye an na.