Cenazeyê Kûday hat wergirtin: Heya tecrîd hebe wê tabût jig irtîgehan derkevin 2024-10-02 23:59:48       STENBOL - Salîh Kuday ê ku cenazeyê birayê xwe Abdulkadîr Kuday ji ATK'ê wergirt wiha got: “Tabût nîşaneya dijminatiya bi îşkence ye. Ev hemû bi tecrîdê ve girêdayî ne. Heta ku ev tecrîd neyê şikandin wê ev darbest ji girtîgehan derkevin."   Girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday ê li Girtîgeha Tîpa R a Hejmar 2 a Metrîsê dihat girtin û tevî nexweşiyên xwe nehat berdan îro danê sibê jiyana xwe ji dest da. Birayê Kuday Salih Kuday û kurê wî Diyar Kuday cenaze ji Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Yenîbosnayê wergirtin. Malbata Kuday li ber ATK'ê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hıkumxwaran yên Marmarayê (MATUHAYDER) Dîlek Sonmez Demîr û Mehmet Şafiî Erol, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), nûnerên parêzgeh û navçeyan ên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM), Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, endam ü ûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beşdar bûn.   ‘HEYA TECRÎD NEYÊ ŞIKANDIN WÊ JI GIRTÎGEHAN TABÛT DERKEVIN'   Birayê Abdulkadîr Kudayê Salih Kudayê ku daxuyanî da, diyar kir ku ew hêvî kirine ku tabûta birayê wî ji girtîgehê dernekeve û rojên xwe yên dawî bi malbata xwe re derbas bike û wiha got: "Tabûta ku derket nîşaneya dijminatiya biîşkence ye. Ev hemû bi tecrîdê ve girêdayî ne. Îro li girtîgehan tecrîd heye. Li ser tevahî civakê tecrîd heye. Ger mînakekê bidim, deh deqîqe berê hewl dan ku daxuyaniya me ya çapemeniyê asteng bikin. Ev tecrîd e. Divê ev tecrîd bê şikandin. Heta ku ev tecrîd neyê şikandin, dê ev tabût ji girtîgehan derkevin."   Kuday anî ziman ku birayê wî bi bi giranî nexweş bûye û wiha got: “Wekî malbata wî tenê hêviya me ew bû ku beriya koça dawî dema xwe bi me re derbas bike û li cem zarok û malbata xwe bimire. Lê vê zêde dîtin. Em dijminê xwe baş nas dikin. Vî gelî tu carî çok daneniye û serî netewandiye, ne bi mirinê, ne bi sirgûnê û ne jî di zindanan de jî serî natewîne. Ez li ser navê malbata xwe spasiya ked û xebatên parêzer û rêxistinên me yên sivîl dikim. Banga me ya ji vir ji hikûmetê re ye; berî ku bêtir tabut ji girtîgehan derkevin, destê aştiyê li hewayê nehêlin. Em baş dizanin ku bi israrkirina di tecrîdê de, bi israrkirina di dijminatiyê de desthilata xwe didomînin. Em kesên van tiştan dikin şermezar dikin."