Girtiyê li dijî binpêkirinan di çalakiyê de: Bila malbat li girtîgehê bigerin 2024-10-01 13:26:38   DÎLOK - Girtî Necdet Ozturk ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin, li dijî binpêkirinan dest bi çalakiyê kiriye. Ozturk, xwest ku malbat têkildarî rewşa girtiyan her tim li girtîgehê bigerin.    Girtiyê bi navê Necdet Ozturk ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin, li dijî binpêkirinan dest bi çalakiyê kiribû. Ozturk, di hevdîtina ser telefonê ya vê hefteyê de têkildarî binpêkirinan bi malbata xwe ya li Dîlokê re axivî.    Ozturk, diyar kir ku nahêlin girtî bên gel hev û bi hev re nabin atolyeyan. Ozturk, destnîşan kir ku ew li dijî binpêkirinan deng derdixînin, dirûşman berz dikin û xwarinê nastînin.    Ozturk xwest ku malbat her tim li girtîgehê bigerin û têkildarî rewşa girtiyan agahiyan bigirin. Ozturk, wiha bi dawî kir: “Bila bibêjin em rewşa girtiyan mereq dikin û heke tiştek bi serê girtiyan were dê berpirsyar rêveberiya girtîgehê ye.”