Partiya Sosyal Demokrat a Alman serdana DEM Partiyê kir 2024-10-01 12:04:15   ENQERE - Serokê Giştî yê Partiya Sosyal Demokrat a Alman Lars Klingbeil ê serdana DEM Partiyê kir, wiha got: “Em tayînkirina qeyûman û bêfonksiyonkirina meclisên şaredariyan qet rast nabînin.”   Şandeya Partiya Sosyal Demokrat a Alman (SPD) serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kir. Şandeya ku di pêşengtiya Serokê Giştî yê SPD’ê Lars Klingbeil de ji aliyê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û endamên partiyê yên pê re hate pêşwazîkirin.    Di hevdîtinê de li ser pirsgirêkên cuda yên Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê û her wiha li ser geşedanên siyasî dan û stendina nêrînan hate kirin. Bakirhan bal kişand ser êrîşên li dijî DEM Partiyê û got ku tevî van hemûyan DEM Partî ji bo demokrasî, wekhevî û azadiyê têdikoşe.   KLINGBEIL: EM TAYÎNKIRINA QEYÛMAN RAST NABÎNIN   Klingbeil jî diyar kir ku di ferqa êrişên li dijî DEM Partiyê de ne û anî ziman ku DEM Partî li Tirkiyeyê li ser navê demokrasiyê xwedî cihekî girîng e. Klinbeil wiha domand: “Tevî hemû zext û êrîşên li hemberî we jî, her kesî serkeftina ku we di hilbijartinên herêmî de bi dest xist, dît. Tevî vê yekê jî em qet rast nabînin ku qeyûman tayînî rêveberiyên herêmî bikin û meclisên şaredariyan bêfonksiyon bikin. Rêveberiyên herêmî nebe nabeya demokrasiyê ne.”