Ji bo 17 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin 2024-10-01 09:47:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran bi koda zer û ji bo 3 bajaran jî bi koda pirteqalî hişyariya barîna zêde kir.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayî ya 1’ê cotmehê weşand. Li gorî raporê; dê bakur û rojavayê herêma Serhedê, Bedlîs, Mûş, Çewlik, Semsûr, Amed, bakurê rojhilatê Herêma Marmarayê, rojhilatê Behra Spî û li Behra Reş barîneke zêde bibare. Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran bi koda zer û ji bo 3 bajaran jî bi koda pirteqalî hişyariya barîna zêde kir.    Meteorolojiyê bajarên Wan, Agirî, Erdexan, Colemêrg, Mûş, Çewlik, Bedlîs, Erzirom, Îdir, Qers, Sinop, Karabuk, Bolu û Duzce bi koda zer hişyar kir.    Her wiha bajarên Bartin, Kastamonu û Zonguldakê jî bi kod pirteqalî hatin hişyarkirin.    HIŞYARIYA BI KODA ZER ÇI YE?    Potansiyela rewşa hewayî xetere ye. Her çend ku bûyerên meteorolojîk ên tên texmînkirin ne derasayî be jî, divê li hemberî mercên meteorolojîk gel bi hişyarî tevbigere.    HIŞYARIYA BI KODA PIRTEQALÎ ÇI YE?   Rewşa hewayî xetere ye. Bûyera meteorolojîk a tê texmînkirin kêm caran çêdibe. Îxtîmaleke mezin dê rê li ber xisar û windahiyan veke. Divê tevdîr baş bên girtin û merc û texmînên meteorolojîk baş bên şopandin.