Li Stenbolê seferberiya mitînga ‘Azadiyê’: Em berê xwe bidin Amedê 2024-10-01 09:04:13 STENBOL - Rêveberên DEM Partiyê yên ji bo mitînga “Azadiyê” li Stenbolê bûn seferber, diyar kirin ku armanca wan ew e ku 50 wesayîtan bişînin û banga “Em berê xwe bidin Amedê û li wir kom bibin."  Amadekariyên mitînga ku dê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de di 13’ê cotmehê de li Amedê bê li darxistin bênavber berdewam dikin. Yek ji bajarên ku tê payîn dê gelek tev li bûn jê çêbibe jî Stenbol e.    Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên li hemû navçeyên bajêr xebatan dimeşînin banga tevlibûna mitîngê kir.    ÇARESERÎ TÊ ASTENGKIRIN   Rêveberê DEM Partiyê yê Stenbolê Fîlît Kartal îşaret bi pirsgirêka kurd kir û anî ziman ku çareserî ji aliyê rayedarên desthilatê û dewletê ve tê astengkirin. Kartal, axaftina xwe wiha domand: “Mafên gelan nayên naskirin. Bi taybetî li Îmraliyê 4 sal in li dijî Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye. Tê xwestin ku têkiliya Ocalan a bi gel re qut bikin. Bîrdoziya wî û pêşniyarên çareseriyê ji milet tên îzole kirin. Ev îzolasyon jî ne tenê Ocalan tê wateya astengkirina azadî û mafên demokratîk ên gelê kurd. Mafên girtiyan li gorî normên navnetewî û krîterên Kopenhagê yên Yekitiya Ewropayê (YE) hatine diyarkirin. Lê mafên birêz Ocalan bi vê tecrîda tê pêkanîn re tên paşguhkirin. Mafên bingehîn ên weke name, telefon, hevdîtina bi malbat û parêzeran re jî nayê qebûlkirin.”   GIRÎNGIYA MITÎNGÊ    Kartal, anî ziman ku nasîna mafên gelê kurd û azadiya wî bi tecrîdê re têkildar e û da zanîn ku di vê çarçoveyê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan dê di nava salê de hin rêze çalakî û aktîvîte bên kirin. Kartal wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîda li ser birêz Ocalan tê pêkanîn di heman demê de li dijî mafên kurdan ên kolektîf, ziman, çand û tevlibûna wan a siyaseta demokratîk e. Weke partî ji bo ku ev tecrîd were rakirin me li gelemperiya Tirkiyeyê hin rêze çalakî dan destpêkirin. Çalakiyên rûniştinê yên li ber girtîgehan tên lidarxistin bû parçeyekî vê têkoşînê. Ev çalakî li Tirkiyeyê û Ewropayê her ku diçe belav dibin.”   Kartal, destnîşan kir ku mitînga ku dê di 13’ê cotmehê de bê lidarxistin di çarçoveya têkoşîna azadiyê ya kurdan de xwedî girîngiyeke mezin e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hedef dikin ku bi serferberiya rêxistinên sivîl ên civakî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û hemû gel re bi mezinkirina têkoşînê re girseyeke mezin a gel li Amedê bînin bahev. Em dixwazin hêza çareseriyê bi sed hezaran mirovên ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê werin nîşan bidin.”   DÊ JI STENBOLÊ WESAYÎT BÊN RAKIRIN    Rêveberê DEM Partiyê yê Esenyûrtê Saît Kizilkaya jî girîngiya mitîngê destnîşan kir û wiha got: “Serokê me Abdullah Ocalan 26 sal in di bin tecrîdê de ye û tu agahî jê nayên wergirtin. Em nizanin ka dijî an na. Ji ber vê yekê ev mitîng ji bo gelê kurd mitînga ‘hebûn û nebûnê’ ye. Heke gelê kurd tev li mitîngê nebe dê xiyanetê li Serokê xwe bike. Ji ber vê yekê divê her kurdek tev li mitîngê bibe. Divê bi sedan hezaran kes tev li bin. Dive her kurd vê rastiyê gelek baş bifikirin.”   Kizilkaya, da zanîn ku dê ji gelek navçeyên Stenbolê otobusa rakin Amedê û wiha berdewam kir: “Hefteyeke xebatên me didomin û dê heta 13’ê mehê jî berdewam bikin. Em plan dikin ku herî kêm 30-40 otobusan ji Stenbolê rakin. Di pêşengtiya parlamenterên me de ev xebat dê bidomin. Hêviya me ew e ku em vê hejmare bikin 50 otobus.”   ‘EM LI AMEDÊ BICIVIN'    Rêveberê DEM Partiyê yê Esenyûrtê Cevdet Sari jî anî ziman ku ji bo ku zext û îşkenceya li dijî Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bê bidawîkirin têdikoşin. Sari yê ji bo mitîngê bang kir, wiha got: “Divê gelê kurd şiyar bibe. Em li dijî AKP û MHP’a faşîst berê xwe bidin Amedê, li wir bicivin û vê meşê li dar bixin. Li Tirkiyeyê aştî û edalet nîne. Dibe ku em bi vê mitîngê aştî û edaletê pêk bînin. Em li bendê ne ku hemû beşên civakê tev li vê mitîngê bibin.”