Keftarên bixêzik ên neslê wan li ber tunebûnê ne xwedî dikin û diparêzin 2024-09-30 13:13:26   RIHA - Keftarê bixêzik ê neslê wan li ber tunebûnê li herêma Zinarê Gewr ê Rihayê hate dîtin. Ji ber xwedîderketina xelkê gund, hejmara wan roj bi roj zêde dibe.    Li gorî kategoriyên Yekitiya Parastina Xweza û Çavkaniyên Xwezayî ya Cîhanê (IUCN), keftarên bixêzik di “Lîsteya Sor a Cinsên Xetereya Tunebûnê li Ser Neslê Wan” de cih digirin. Ev cureyê keftaran 4 sal berê li herêma Zinarê Gewr ê gundê Semkûlî yê navçeya Karakopru ya Rihayê hate dîtin. Keftarên behsa xeberê nêzî 70 sal bûn nedihatin dîtin û tê payin ku ji Semsûrê hatibin herêmmê. Şêniyên gund jî wan xwedî dikin û xwedî lê derdikevin. 4 sal berê keftareke ducanî hate herêmê û niha zêdetirî 20 keftar li herêmê ne.    Ji şêniyên gund Abdullah Çîftçî ku bi dilxwazî keftaran xwedî dike û ji wan kedê dide, bi kamera û droneyan wan gav bi gav dişopîne. Çîftçî, dîmenên kişandî bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re parve kir.    Şêniyên gund dan zanîn ku ji bo keftarên behsa xeberê gelek caran serî li Lijneya Herêmê ya Parastina Bermahiyên Çandî ya Rihayê dane û girîngiya parastina keftaran vegotine.