Bazara ku li dijî mezaxtinê piştevaniyê xurt dike 2024-09-30 11:58:47   AMED - Endamên Komeleya Ekolojiyê ku li Amedê “Bazara Pevguhertin û Piştevaniyê” ya pere lê derbas nabe ava kirin, wiha gotin: “Em gelek tiştan ne bi mezaxtinê lê bi piştevanî û parvekirinê dikarin zêdetir bikin.”    Komeleya Ekolojiyê ya xebatên xwe li Amedê dimeşîne, 6’emîn Bazara Pevguhertin û Piştevaniyê bi dirûşma “Biqasî parve dikin dê zêde bibin” ava kir. Eleqeyeke zêde ya xelkê bajar ji bo bazarê hebû. Gelek şêniyên gund tevî zarokên xwe hatin bazarê û hem kêlûpelên xwe pevguhertin hem jî hevd nas kirin. Ji alavên zarokan heta yên teknolojiyê, ji pirtûkan heta solan gelek kelûpel pev guhertin. Li bazarê feraseteke komunal heye. Endamên Komeleya Ekolojiyê, armanca ji avakirina bazarê vegotin.    Ji endaman Çîlem Aydin anî ziman ku mezaxtin zêde bûye û di serdemeke wisa de dijîn ku sermaye her tim danûstandinê li mirovan ferz dike. Aydin, diyar kir ku ev yek jî bi xwe re xizanbûnê tîne û wiha got: “Çanda mezaxtinê, her wiha parvekirinê jî kêm dike. Êdî em li ser înternetê bêyî ku hev bibînin danûstandinê dikin. Cilûbergên me di demên berê de ji ber stresê me kirîn lê li xwe nekirin hene. Bi vê bazarê me xwest hinek balê bikişînin ser vê.”    ‘TÊKILIYÊN DILGERMÎ ÇÊDIBIN’   Aydin, bi bîr xist ku rabûrdiyeke bazarên pevguhertinê hene û ev tişt anî ziman: “Bi sedsalan berê li gundan bazarên pevguhertinê dihatin danîn. Gundiyan jî tiştên xwe dianîn û pev diguhertin. Bi hev re sihbet dikirin, serpêhatiyên xwe ji hev re digotin. Me jî ji hînbûnên mezaxtinê yên sermaye li me ferz dike re got na û me xwest bidin fêmkirin ku ya girîng ne kirîna tiştan lê sihbet û piştevanî ye. Dema em li vir tiştan pev diguherînin, pêwendiyeke me bi hev re çêdibe. Bi tiştên me anîn vê derê em bîranînên xwe dewr dikin. Ev parvekirin, bi xwe re dilxweşiyê tîne. Çanda mezaxtinê her wiha bi xwe re talankirina xwezayê jî tîne. Em balê dikişînin ser talankirina ekolojiyê jî. Hêvîdarim ev bazar zêdetir bibin.”    ‘DIVÊ EV BAZAR ZÊDETIR BIBIN’    Aydin, destnîşan kir ku tişta ew niha dikin biçûk e lê dikare were mezinkirin. Aydin, wiha domand: “Li dijî xizanî, pergala kapîtalîst û dînîtiya mezaxtinê ev bazar dikarin bên zêdekirin. Rêveberiyên herêmî dikarin van bazaran bêhtir birêkûpêk bikin. Girîng e ku ev bazar li noqteyên diyar ên bajar bên avakirin.”    'ME XWEST ÇANDA PIŞTEVANIYÊ AVA BIKIN’    J endamên komeleyê Mazlum Yilmaz jî bal kişand ser lidarxistina çalakiyên bi vî rengî yên li Amedê û ev tişt anî ziman: “Li Amedê di navbera çînan de ferq û cudahiyeke mezin heye. Mixabin mafên weke hewînê, xweyîbûn, lixwekirinê yên welatiyan tên paşguhkirin. Hem li dijî wêraniya endustriyalîzm li ser ekosîstemê çêdike hem jî li dijî ferq û cudahiya di navbera çînên li bajar de, em hewl didin bi rêya piştevaniyê derfetê biafirînin ku mirov bikarin cilûberg, alav, pirtûk, kovar û hwd. ên bi kar nayînin li vir parve bikin. Ev parvekirin di heman demê de parvekirina bîranînan e. Tu hesteke xwe ya te di pirtûkê de hîs kirî jî parve dikî an jî bîranînên te li ser cil û bergên xwe berhev kirî parve dikî. Ev der cihê gel hevdû nas dike û bi hev re pêwendiyan datîne ye. Zarok bi hev nas dibin, malbatên wan hev nas dikin. Me xwest çandekî wiha ava bikin. Rêveberên herêmî dikarin vê çandê domdar bikin. Ev ne tenê parvekirina amûrekî ye, her wiha pêşxistina piştevanî û hemwelatîbûnê ye.”   ‘PERE LI VIR DERBASDAR NÎNE’   Endama Komeleya Ekolojiyê Semra Mamuk jî got; “Em mecbûr nînin mezêxin” û wiha got: “Me xwest nîşan bidin ku li dijî vê modêla mezaxtinê dinyayeke din jî pêkan e û mirov bêyî mezêxin dikarin bi rêya piştevanî û parvekirinê jî bijîn. Li vir pere derbasdar nîne. Hema hema tu qad nînin ku pere lê derbasdar nebin. Lê li vir derbasdar nîne. Her kes tiştên xwe li vir parve dike. Ji bo pêşxistina vê ferasetê, çalakiyên bi vî rengî girîng in. Ne bi mezaxtinê, bi rêya parvekirin û piştevaniyê em dikarin gelek tiştan zêdetir bikin.”    MA / Bêrîvan Altan