Li Wanê 2 xwendekar winda ne 2024-09-30 11:15:46   WAN - Xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş û xwendekara dibistana amadehî Sumeyye Azîz bi roja ye li Wanê winda ne û tu agahî jê nayên girtin.    Xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş (21) û xwendekara dibistana amadehî Sumeyye Azîz (15) bi roja ye li Wanê winda ne û tu agahî jê nayên girtin. Wan Kabaîş ku di Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yilê dixwîne, di 27’ê îlonê de winda bû û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Malbatê, giliyê rayedarên Wargeha Xwendekarên Keç a Seyyîd Fehîm Arvasî kirin ku du roj piştî windabûna keça wan agahî dabûnê.    Cuzdan, telefon, av û kekên aydê Kabaîşê jî li rex qeraxê Gola Wanê hatibûn dîtin. Ji bo Kabaîş di golê de lêgerîn tê kirin.    11 ROJ IN AGAHÎ JI AZÎZ NAYÊN GIRTIN    Xwendekara dibistana amadehî Sumeyye Azîz jî li Taxa Bahçivan a navçeya Rêya Armûşê dijiya û 11 roj in tu agahî jê nayên girtin. Azîz, herî dawî di 19’ê îlonê de ji bo biçe dibistanê ji malê derket û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Endamên malbatê lê geriyan lê tu encamek bi dest nexistin.    Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê û Komeleya Jinan a Starê jî têkildarî mijarê daxuyanî dan û gotin ew bûyerê ji nêz ve dişopînin.    TUNDIYA LI DIJÎ JINAN   Jina bi navê S.T. (17) a li navçeya Elbakê ya Wanê dijiya,  7 meh berê ji hêla R.T. (31) ve hate revandin û tundî lê hate kirin. R.T. ê ku S.T. revandî ji ber sûcekî edlî firarî bû û 5 roj piştre hate girtin. Birayê R.T. yê bi navê F.T. jî êrişî mala S.T. lê dijiya kir. Di êrişê de S.T. birîndar bû û rakirin nexwşxaneyê.    Li gorî agahiyan; malbata R.T. gef li malbata S.T. xwarin û jê xwestin ku giliyê xwe paşve bikişînin.