Li Semsûrê jinek hate qetilkirin 2024-09-29 18:16:12   SEMSÛR - Li navçeya Tût a Semsûrê Zelîha Kilavûz ji hêla zilamê pê re zewicîbû Erdem Kilavûz ve hate qetilkirin. Li navçeya Tût a Semsûrê Erdem Kilavûz jina pê re zewicibû Zelîha Kilavûz bi çekê qetil kir. Bûyer li gundê navçeyê yê Akçatepeyê qewimî. Hat îdiakirin ku faîl piştî bûyerê xwe kuşt. Bi agahîdayîna bûyerê tîmên polîs û tenduristiyê hatin li cihê bûyerê. Bi kontrolên tenduristiyê hat zanîn ku jin û mêr jiyana xwe ji dest dane. Piştî lêkolîna li cihê bûyerê hatiye kirin, cenaze ji bo karûbarên otopsiyê rakirin li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Tûtê.