DEM Partî dê li Konseya Ewropayê hin hivdîtinan bike 2024-09-29 18:08:08   ENQERE - DEM Partî dê di nava vê hefteyê de bi rayedarên Konseya Ewropayê re hin hevdîtinan li dar bixe.    Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re dê piştî civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW NY) ya di navbera 17-19’ê îlonê dê ji bo hin rêzehevdîtinên dîplomasiyê bikin, li bajarê Strasburg ê Firansayê bin.    Tulay Hatîmogûllari dê tev li hevdîninên li Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê bibe û piştre dê di civîna Koma Yekgirtî a Çepê Ewropayê axaftinekê bike.    BI RAYEDARAN RÊZEHEVDITIN   Şandeya DEM Partiyê dê bi rayedarên Konseya Ewropayê û siyasetmedaran re hin hevdîtina li dar bixe. Di hevdîtinên  roja sêşem û çarşemê werin kirin de tê payîn ku dê gelek mijarên rojane werin nirxandin.