Du kesên êrişî avahiya DEM Partiyê kilrin hatin binçavkirin 2024-09-29 16:08:17   STENBOL - Li dijî avahiya DEM Partiyê ya navçeya Sultangaziyê êriş hatibû kirin. Di çarçoveya êrişê de 2 kes hatin binçavkirin û lêgerîna kesekî jî didome.    Hine kesên nasnameyên wan nediyar duh bi çekan êrişî avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Sultangazî ya Stenbolê kirin. Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ragihand ku ji êrişkaran M.K. ê tevî wesayîta plakaya wê sexte hatiye binçavkirin. Li gorî daxuyaniyê, kesê bi navê T.Ç. ê têkiliya wî bi M.K. re hebû hatiye binçavkirin û lêgerîna Î.G. jî berdewam e.