Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Eynika kesên demokrasiyê dixwazin Îmrali ye 2024-09-29 14:21:43   STENBOL - Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan di çalakiya “Deng bide azadiyê” de axivî. Aslan, diyar kir ku girtiyên siyasî li dijî binpêkirinên mafan têkoşîna rûmetê dimeşînin û got: “Ji Îmraliyê heta Bakirkoyê heta hemû girtiyên siyasî azad dibin dê têkoşîna me bidome. Eynika kesên demokrasiyê dixwazin jî girtîgeh û Îmrali ye.”    Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) û xizmên girtiyan di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Li gel xizmên girtiyan, Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, nûnerên rêxistinên partiyên siyasî û civaka sivîl jî tev li bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo aştiya civakê û şikandina tecrîdê deng bide azadiyê” hate hilgirtin û beşdaran pêşmalkên “Deng bide azadiyê” li xwe kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Zext nikarin me têk bibin”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” hatin berzkirin.    Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez Demîr di çalakiyê de axivî û bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî yên tehliyeya wan hatine taloqkirin. Demîr, wiha got: “Di demên dawî de tehliyeyên Alî Riza Gulmez, Fermanî Çetîn, Nedîm Yilmaz, Kerem Ozturk, Denîz Ozturk, Tuncay Dogan, Refîk Sunkur, Naîf Bal, Denîz Guzel, Orhan Bîngol, Suat Duman, Suat Gokalp, Îbrahîm Engîn, Huseyîn Ayyildiz, Telmez Kaplan, Alî Adiman, Maruf Turkan, Şîrîn Bozçali, Îbrahîm Dogan û Nevzat Ozturk hatin taloqkirin.”    POLÎTÎKAYÊN BÊZARKIRINÊ   Parlamenter Newroz Uysal Aslan jî bal kişand ser operasyonên girtin û binçavkirinê yên li dijî siyasetmedarên kurd û rêxistinên civaka sivîl. Aslan, wiha got: “Li girtîgehên Tirkiyeyê tu qanûn nayên cîbicîkirin. Girtîgeh veguherandine cihên îşkence, destdirêjî û sirgunan. Di serî de Bakirkoy, Şirnex, Wan, Kirşehir, Karabuk û Sîncan, li tevahiya girtîgehan sepanên dermirovî di meriyetê de ne. hewl didin bi rêya tecrîdê îradeya girtiyan teslîm bigirin. Girtî nikarin nameyên kurdî binivîsin. Hefteyek berê li Amedê bi ser MED-DER, Payîz Pirtûk û ANKA-DER’ê de girtin. Ev zext û ya li girtîgehan heman zext e. Heman qedexeyên li derve li girtîgehan jî tên bicihanîn. Bi biryarên lijneyên çavdêriyê dixwazin girtiyan û malbatên wan bêzarbkin. Weke mînak; ev sê sal in hêj girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê nekarîne ji lijneya çavdêriyê derbas bibin.    Girtî li dijî zext û binpêkirinên mafan, têkoşîna rûmetê dimeşînin. Nahêlin malbat û parêzer li Îmraliyê hevdîtinan bikin. Tehliyeya Veysî Aktaş ê li Îmraliyê tê ragirtin bi destê lijneyê salekê hate taloqkirin. Girtîgeh, eynika hiqûqa Tirkiyeyê ne. Eynika kesên demokrasiyê dixwazin jî girtîgeh û Îmrali ye. Girtiyên siyasî rûmeta me ne. Ji Îmraliyê heta Bakirkoyê heta hemû girtiyên siyasî tên berdan dê têkoşîna me bidome.”    Piştî axaftinan, beşdaran çalakiya rûniştinê ya 10 deqeyan li dar xist û daxuyanî bi dawî bû.