Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji ber rewşa li Lubnanê maseya krîzê ava kir 2024-09-29 12:25:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji bo welatiyên ji ber êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê koçî herêmê bûn bi awayeke ewle bên bicihkirin, maseya krîzê ava kir.    Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo welatiyên xwe yên ji Lubnanê vegeriyane, maseya krîzê ava kir. Rêveberiya Xweser 29’ê îlonê de li deriyê di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên di bin kontrola hêzên hikûmeta Şamê de li Tebqayê daxuyaniyek da û avakirina maseyê ragihand.   Cîgira hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulistan Elî daxuyanî xwend. Rêveberiyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku di encama aloziya li Lubnanê de û li ser bingeha berpirsyariyê û ji bo sivikirina êşên sûriyeyiyên ku dixwazin vegerin herêmê, civîneke awarte li dar xistiye. Rêveberiyê da zanîn di civînê de biryar hate girtin ku şaneyeke krîzê bê avakirin û ev şan ji alî û saziyên têkildar pêk tê.   MASEYA KRÎZÊ DÊ KOÇBERIYÊ BIŞOPÎNE   Rêveberiyê erkên şaneyê bi van xalan aşkere kir: “Şane dê penaberên sûriyeyî li derî pêşwazî bike. Navên wan qeyd bike û ji nasnameya wan piştrast bibe. Dûre, şêniyên herêmê yên ji Lubnanê vegeriyane dikarin biçin cem xizm û malbatên xwe. Lê yên xizmên wan li herêmê tune ne, Rêveberiya Xweser dê ji wan re navendên taybet li herêmê peyda bike. Şaneya krîzê dê çavdêriya pêşwazîkirina koçberan bike.”   BANGA LI CIVAKA NAVNETEWEYÎ KIRIN    Rêveberiyê bang li civata navneteweyî û rêxistinên têkildarî kar û barên penaberan kir ku desteka pêwîst ji wan re pêşkêş bike. Her wiha rêveberiyê careke din banga vekirina deriyê Til Koçerê kir ji bo ku alîkariyên mirovî bigihêjin herêmê û li penaberan belav bike.    Rêveberiya Xweser di 24’ê îlonê ragihandibû ku ew amade ye sûriyeyiyan û şêniyên herêmê yên ji Lubnanê vedigerin pêşwazî bikin. Di daxuyaniyê de bang li hikûmeta Şamê kiribû ku derbasbûna wan hêsan bike.   Di heman rojê de nûnertiya Rêveberiya Xweser a Lubnanê ragihand ku ji bo şopandina kar û barên penaberên sûriyeyî komîteyek ava kiriye ku erka wê pêşkêşkirina alîkariyê ji penaberên sûriyeyî û şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re yên ku dixwazin vegerin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.