Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiya cezayê îdamê protesto kirî 2024-09-29 12:20:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê bi hinceta protestokirina cezayê îdamê 3 meh cezayê qedexeya hevdîtinê da Anîşa Eshadullahî.  Zext û zordariya rejîma Îranê ya li dijî girtiyên siyasî, welatî, aktîvîst û jinan didome. Li gorî nûçeya medyaya Rojhilat; li mamoste û aktîvîst Anîşa Eshedullahî ya li Girtîgeha Evînê tê ragirtin 3 meh cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re hate birîn. Hat zanîn ku Eshedullahî, cezayê îdamê yê li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî protesto kir û cezayê qedexeyê bi vê sedemê hatiye dayin.    Di demê berê de jî ji ber protestokirina darvekirina Reza Resaî cezayê qedexeya axaftina li ser telefonê ya ji bo mehekê li Eshedullahî hatibû birîn.    5 SAL Û 8 MEH CEZAYÊ HEFSÊ HATE BIRÎN   Eshedullahî, di nîsana 2023’yan di encama serdegirtina mala aktîvîstê sendîkaya mamosteyan Muhammed Habîbî de hate binçavkirin. Derheqê wê de biryara girtinê hate dayin û şandin Girtîgeha Evînê. Di 8’ê gulana heman salê de bi kefaletê hate berdan. Lê belê Şaxa 26’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê derheqê Eshedullahî de bi îdiaya “Civîn û komplo” 5 sal cezayê hefsê û bi îdiaya “Propagandaya li dijî dewletê” jî 8 meh cezayê hefsê da.