New York Timesê tora îstîxbaratê ya Îsraîlê li dijî Hîzbullahê ava kirî vegot 2024-09-29 11:43:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya New York Timesê tora îstîxbaratê ya Îsraîlê li dijî Hîzbullahê gav bi gav ava kirî nivîsand. Li gorî vê, ji bo plana berfireh “Yekîneya 8200” hatiye peywirdarkirin.    Rojnameya New York Timesê ya amerîkayî, kitekitên operasyonên Îsraîlê yên li dijî Hîzbullahê nivîsand. Li gorî rojnameyê, piştî têkçûna di sala 2006’an a li Lubnanê, Îsraîlê ji bo planeke berfireh a li dijî Hîzbullahê  “Yekîneya 8200” peywirdar kir.    KOMANDOYÊN NEPEN ŞAND   Rayedarên ji rojnameyê re axivîn diyar kirin ku piştî têkçûna li Lubnanê, ji bo xwe baş berdin nav Hîzbullahê wan “Yekîneya 8200” a ku îstîxbarata sîber-dijîtalê kom dike û komeke ku kodan deşîfre dike peywirdar kirine. Di heman demê de gotin ku ji bo cihên herî veşarî yên Lubnanê jî bi mebesta “peywirên îstîxbarî yên hesas” komandoyên nepen hatine şandin.    ŞIBANDINA 'SÎSÎFOS'   Rayedarekî operasyona “bi sebrekî mezin” hatiye amadekirin şiband rewşa qral Sîsîfos ku li gorî mîtolojiya yewnanan li Dinyaya Binerd heta hetayê hatiye cezakirin ku kevirekî heta serê girekî bibe û dîsa gêr bibe were xwarê û dîsa bibe. Di nûçeyê de îdiaya ku “di suîqesta DYA’yê ya di çileya 2020’ê de li dijî Qasim Silêmanî hatiye kirin de alîkariya îstîxbarata Îsraîlê hebû” careke din hate piştrastkirin.    BI TEKNOLOJIYA HERÎ DAWÎ KETIN NAVA TORA RAGIHANDINÊ    Rayedarên ji rojnameyê re axivîn gotin ku di piştperdeya suîqestên dawî yên Îsraîlê yên li dijî Nasrallah û rayedarên payebilind ên Hîzbullahê de avakirina tora îstîxbarateke bi sala ye tê avakirin heye. Li gorî vê; Mossad û îstîxbarata leşkerî ya Îsraîlê piştî têkçûna di sala 2006’an a li Lubnanê, ji bo derheqê rêveberiya Hîzbullahê û stratejiyên wan de bêhtir agahiyan kom bikin, ketin nava hewldanên taybet. “Yekîneya 8200” ji bo bikeve telefonên mobile ên Hîzbullahê û cîhazên din, amûrên teknolojiya herî dawî bi kar anîn. Ji bo agahiyên nû yên girîng di demekî herî kin de ji hêzên hewayî re bişînin jî komek ava kirin.    ÎHA’YAN BÊNAVBER WÊNE KIŞANDIN   Di heman demê de Îsraîlê ji bo her tim kelehên Hîzbullahê bikişîne, hejmareke zêde ya balafirên bêmirov li ser Lubnanê firand; peyka xwe ya herî pêşketî jî ji bo vê bi kar anî. Armanca ji vê ew bû ku guherîneke herî biçûk ên di avahiyên Hîzbullahê bi kar di anî - weke mînak ji bo deşîfrekirina depoyeke çekan – de jî qeyd bikin. Hat zanîn ku di bombebarana giran a li Dahiye ya li başûrê Beyrûdê de ku weke keleha Hîzbullahê tê zanîn de jî Îsraîlê ev daneyên ji sala 2006’an heta niha tên berhevkirin bi kar aniye.    KOMANDO ŞANDIN LUBNANÊ   Lubnan herî zêde 240 km’an dûrî Qudsê ye û di nûçeyê de hat destnîşankirin ku ev yek jî ji hêla Îsraîlê ve weke avantajek hatiye bikaranîn. Li gorî îdiayê, ji bo bicihanîna peywirên îstîxbarî yên hesas, Îsraîlê nasnameyên komandoyan guherand û ji bo peywirên xwe bicih bînin şande Lubnanê.    Rayedarên DYA û Îsraîlê yên ji bo rojnameyê axivîn diyar kirin ku yek ji rayedarên payebilind ên Hîzbullahê Îmad Mugniye di sala 2008’an de ji hêla Mossadê ve li Sûriyeyê hate kuştin û yek ji encamên ewil ên van hewldanên îstîxbaratê jî ev bû.    JI BO SILÊMANÎ ÎSTÎXBARAT DAN DYA’YÊ    Fermandarê Hêzên Qudsê yê Muhafizên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî di çileya 2020’ê de li paytexta Iraqê Bexdayê hatibû kuştin û hat diyarkirin ku “Yekîneya 8200’ê” îstîxbarata vê daye DYA’yê. Li gorî îdiayê; Îsraîlê îstîxbarat girt ku dê Silêmanî li Bexdayê bi Nasrallah re hevdîtinê bike û ji ber fikara ku “dê şer dest pê bike”, li dijî serokê Hîzbullahê suîqest nekir. Lê belê agahiya hevdîtina Nasrallah-Silêmanî bi şirîkê xwe DYA’yê re parve kir. DYA’yê jî Silêmanî di derketina Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê de kuşt.    Ji fermandarên payebilind ên Hîzbullahê Fuad Şukur jî di tîrmehê de ji hêla Îsraîlê ve li Beyrûdê hate kuştin. Hat gotin ku di vê suîqestê de jî tiliya “Yekîneya 8200”ê heye.    LI BUDAPEŞTEYÊ TESÎSEKE HILBERANDINÊ YA TAYBET HATE AVAKIRIN    Di nûçeyê de têkildarî êrişa Îsraîlê ya bir êya cîhazên ragihandinê li dijî Hîzbullahê kiribû de jî kitekitên girîng hatin parvekirin. Di nûçeyê de wiha hate gotin: “Îsraîl ewqas ketibû nav telefonên mobile ên Hîzbullahê ku neçar ma derbasî cîhazên bangkirinê û bêtelan bibe. Mossadê jî dest bi plana ku van cîhazên bangkirinê û bêtêlan veguherîne bombeyên mînyatûr kir.” Li gorî rojnameyê; Mossadê li ser vê yekê li paytexta Macaristanê Budapeşteyê şîrketeke paravan ava kir û dest bi hilberandina cîhazên bangkirinê yên weke lîsansa wan ji fîrmayeke Tayvanê hatibe girtin kir. Sîxurên Îsraîlê beriya ev cîhaz ji Lubnanê re bên şandin, ji ewil teqemenî xistin nava van cîhazan. Di çarçoveya operasyonê de bi hezaran cîhazên bangkirinê hatin çêkirin. Di serê mehê de ev cîhazên bangkirinê hatin teqandin û Hîzbullahê ferq kir ku dibe heman rewş di radyoyên destan de jî çêbibe. Hat zanîn ku rayedarên Îsraîlê ji ber vê sedemê bi lez û bez radyo jî teqandin.    Yek ji rayedarên Hîzbullahê Îbrahîm Akîl di îlonê de li Beyrûdê hatibû kuştin û di nûçeyê de hate gotin ku di vê suîqestê de jî heman operasyona îstîxbarî hebû.