Li DYA’yê Bahoza Heleneyê: 63 kes mirin 2024-09-29 10:06:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber Bahoza Heleneyê ya li DYA’yê 63 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan kes jî bê ceyran man. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê didomin.    Bahoza Heleneyê ya li başûrê rojhilatê DYA’yê jiyana gel felc kir. Li gorî rayedaran li Carolina ya Başûr herî kêm 24 kes, li Georgiayê 17 kes, li Floridayê 11 kes, li Carolina ya Bakur 10 kes, li Virginiayê jî kesekî jiyana xwe ji dest dan.   Helene êvara pencşemê weke bahozeke ji kategoriya 4'emîn li bakurêrojavayê Floridayê gihîşt qada bejahî. Bayê ku ji ber bahozê rabû saetê 225 kîlometre bi hêz bû. Bahozê piştre berê xwe da bakur û hêza xwe winda kir. Lê belê tabloyeke giran li pey xwe hişt.   Serokê DYA'yê Joe Biden roja şemiyê daxuyaniyek da û wiha got: “Ji ber windahî û hilweşînên ku bahoza Helene bû sedem ez xemgîn im.” Biden got; “Rêwîtiya ber bi avakirin û başbûnê wê rêwîtiyeke dirêj be.”   REWŞA LEZGÎN HATE RAGIHANDIN   Alabama, Florida, Georgia, Carolina ya Bakur, Carolina ya Başûr û Tennessee di asta federal de rewşa lezgîn ragihandin.   Navenda Bahozê ya Neteweyî (NHC) hişyarî da ku qutbûna ceyranê dibe ku “demdirêj” be û got, piştî felaketa lehiyê ya du rojan wê rewş ber bi başiyê ve biçe.   Li Asheville ya li Carolina Bakur heta niha li qadên berfireh hezazê û lehiyê rû da. Waliyê Carolina Bakur Roy Cooper êvara înê civîneke çapemeniyê lidar xist û ev tişt anî ziman: “Ev yek ji bo herêmên li rojavayê Carolina ya Bakur yek ji bahozên herî giran ên dîroka nûjen e.”