ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2024’AN 2024-09-29 09:00:47   * Abdullah Ocalan ê ku 26 sal berê bi komploya hêzên navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin, tevî hewldanên wî yên di warê çareserkirina demokratîk a meseleya kurd de jî li Ewroayê wekî kesê "nayê xwestin" hat îlankirin û hat xwestin ku bê tasfiyekirin.   * Li Edeneyê bi hinceta tevlibûna çalakiyên protestokirina xespkirina îradeyê ya li Wanê derheqê 10 zarokan de doz hatibû vekirin û niha li 2 zarokên din bi heman hincetê doz hate vekirin.   * Sewalkarên Wanê diyar kirin ku ji ber zêdebûna lêçûnan di rewşeke xerab de ne û gotin: “Em bifiroşin jî xwedî jî bikin her zirarê dikin.”   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li Stenbolê biçe çendek serdanan û piştre li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş beşdarî hevdîtina “Nan û Edaletê” bibe. (10.00-18.00) ZINDΠ   * Bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê “Konferansa Ekolojiyê ya Balikesîrê” bê lidarxistin. (11.00) ZINDΠ   * Komeleya Ekolojiyê ya Amedê dê bi dirûşma “Her ku em parve dikin dê zêde bibin” li Sumerparkê bazara pevguhertinê li dar bixe. (11.00-15.00)   * Rêxistina DEM Partiyê ya Aydinê dê 2’yemîn Kongreya Asayî li dar bixe. (12.00)   * Xizmên girtiyan dê li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar bixin. (14.00)   * Li avahiya Jin Art Hunerê ya li Îzmîrê dê têkildarî têkoşîna Çapemeniya Azad û Apê Mûsa panelek bê lidarxistin. (16.00)   * KASED dê starta “Mîhrîcana Surfestê ya Jinan” li Dêra Ermenan a Surp Giragosê bi konserekê bide. (18.00)    * Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê bi beşdariya Koma Hevra û Kardeş Turkulerê li Qada Şêx Seîd konserê li dar bixe. (19.30)