Dr. Berwarî: Plana tunekirina destkeftiyên kurdan di dewrê de ye 2024-09-28 09:55:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku peymana dawî di navbera Tirkiyeyê û Iraqê de û hevdîtinên dawî li ser tunekirina destekftiyên kurdan e û got: “Heke ev plan bidomin wê şer hin belavtir bibe. Lê kurd ne bi tenê ne û qet jî bêparastin nîn in.”   Di demeka ku êrişên li ser Herêma Kurdistanê de zêde bûn, têkiliyên Tirkiye û Iraqê û Îran û Iraqê jî zêde bûn. Di 15’ê Tebaxê de di navbera Enqere û Bexdayê de peymana “ewlehiyê” hatibû îmzekirin. Di çarçoveya peymanê de biryar hat dayîn ku "Navenda Koordînasyona Ewlekariyê ya Hevbeş" were avakirin. Serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pezeşkiyan jî bi partiyên Bexda û Herêma Kurdistanê re civiya. Di navbera Îran û Iraqê de peymanek ji 14 xalan pêk tê hat îmzekirin ku tê de gelek mijar hene.    Cîgirê Serokê Akademiya Demokrasî û Siyasetê ya li Herêma Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî geşedanên dawî yên li herêmê nirxand.    PEYMANÊN DEMÊN BIHÛRΠ   Berwarî da zanîn ku ji 40 salî zêdetir e di navbera Tirkiyeyê û Iraqê de peymanên cur bi cur tên îmzekirin û wiha got: “Ev peymanên tên kirin bi piraniya wan li dijî destkeftiyên kurdan e. Cara ewil di sala 1985’an de peymanên cur bi cur hatin kirin. Her wiha di sala 1988’an de li Enfalê ev dewlet jî şirîk bû. Di sala 1991’an şirîkê koçberkirinê bi darê zorê bû. Tirkiyeyê di sala 2003’yan de dema Saddam têk çû li dijî azadiya gelê kurd rabû. Her wiha Tirkiyeyê di sala 2017’an de carek din dijminatiya xwe ya li dijî têkoşîna elê kurd nîşan da. Hemû peymanên hatin kirin li dijî têkoşîna azadiya gelê kurd bûn.”   Berwarî diyar kir ku bi hewldanên dawî axa Kurdistanê hatiye hedefgirtin û got: "Dixwazin hebûna gelê kurd tune bikin û negihêjin statuyekê. Peymanên leşkerî yên di navbera Tirkiye û Iraqê de li dijî têkoşîna kurdan e. Ji bo tevgera azadiyê ya kurd bi peymanên ku hatine çêkirin û bi şirîkatiya hin kurdên xayîn ku kişandiye cem xwe dixwazin têkoşîna kurdan qels bikin. Dixwazin hêviya serketinê ji destê kurdan derxin.”    HEVKARIYA PDK’Ê    Berwarî destnîşan kir ku PDK jî şirîkê planên Tirkiyê, Îran û Iraqê yên li Kurdistanê çêkirine ye û wiha axivî: “Heke PDK ne di nav planên qirêj de bûya, wê êrişî Şengal û Rojava nekira. Heke ne şirîk bûya dema Erdogan, Efrînê û Serêkaniyê dagir kir wê Erdogan pîroz nekirina. Wê di navbera Rojava û Başûr de xendekan çênekira. Wê peymana di navbera Enqere û Bexdayê ya 15’ê tebaxê îmze nekira. Şirîkatiya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re xwe di anîna leşkerên nav axa başûrê Kurdistanê û valakirina gundan de eşkere nîşan dide.”   'KURD BÊPARASTIN NÎN IN’    Berwarî anî ziman ku derxistina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de ya ji Sûriyeyê jî planek li dijî herêmê ye û wiha got: “Heke ev planên ku li ser tunebûna kurd û Kurdistanê hatine avakirin bidomin, wê şer hin belavtir bibe. Wê ev şer li her çar dewletan jî belav bibe. Lê kurd ne bi tenê ne û qet bêparastin nîn in. Wê qet dest ji axa xwe bernedin. Dixwazin çar parçeyên Kurdistanê veguherînin qada şer. Îran îro çawa dixwaze şer ji nav axa xwe dûr bixîne divê kurd jî şer ji Kurdistanê dûr bikin.”