Polîsê ji bo ‘parastina’ wê hatiye peywirdarkirin ew tacîz kir 2024-09-27 16:41:15 WAN - M.P a ji ber gefa kuştinê ya zilamê ku pê re hatibû asta dest jê berdanê ji qereqola çûye jê xwest ku polîsek wê biparêze. Lê belê vê carê jî polîsê ku ew diparast, ew tacîz kir. Mamoste M.P. (43) ya ku ev 22 sal in bi H.P. re zewicî ye û wek sîstematîk tê îşkencekirin, doza dest jê berdanê vekir. Derbarê H.P. ê ku gefa tundiyê li M.P.yê dixwar de biryara dûrxistinê hate dayîn. Lê belê H.P. du caran vê biryarê binpê kir. Bi ser vê yekê ji bo M.P.’yê biparêze polîsek hate peywirdarkirin. Lê belê vê carê jî M.P. ji aliyê polîsê ji bo parastina wê hatiye peywirdarkirin ve hate tacîzkirin.    DI ROJA 12’EMÎN A ZEWACÊ DE TUNDΠ   Mamosteya ji hevjînê xwe H.P. bi awayekî sîstematîk tundiyê dibîne piştî 22 salan doza dest jê berdanê vekir. M.P. di vê pêvajoyê de har awayê cureya tundiyê dît û derbarê wan rojan de wiha axivî: “Hêj ez bûka 12 rojî bûm tundî dest pê kir. Min kêm didît, biçûk dixist. Dema ku em dergîstî bûm min du caran gustîl avêt. Piştre min qaneh kirin. Gelek caran min xwe spart malbata xwe lê belê bavê min bi gotina “tiştek nabe” ez qaneh kirim ku ez dest ji cudabûnê berdim.”    M.P. diyar kir ku ew dema 4 mehan ducanî bû, tundî dîtiye axaftina xwe wiha domand: “Li şewiya min xist û şikand. Ji ber tundiyê çûm malbata xwe. Malbata min gotin ‘Teqez em ê te bişînin’. Mezinên me ketin dewrê. Bi ser vê yekê careke din çûm li mala ku tundî li min tê kirin. Gelek caran bi kêrê tundî li min hate kirin, li min xist.   ‘BI ZAROKAN RE MIN RAGIRT, BIRÇÎ HIŞT’   M.P. diyar kir ku li pêşberî çavên zarokên xwe hevjînê wê li wê xistiye axaftina xwe wiha domand: “Me di malê de girtî dihişt û bi rojan birçî dihişt. Ji bo ku me bikuje, çek amade kiriye. Kesê ku çekê jê xwestiye li min geriya û ji min re wiha got, ‘Li xwe baldar be, hevjînê te li min geriya û çek xwest’. Min li malê geriya û çeka bi rojnameyê hatiye pêçandin dît.”   ‘DEMA DÛRXISTINÊ QEDIYA BI SER MALÊ DE GIRT’   M.P. bilêv kir ku piştî doza dest ji hev berdanê tim gef li wê hatiye xwarin û axaftina xwe wiha domand: “Ji tirsa, bi zarokên xwe re bi girtina nobetê em raketiyan. Dema pêvajoya dûrxistinê bi dawî dibû bi ser malê de digirt, hemû tiştên taybet ên me digirt û min û zarokên min biçûk dixist.    POLÎSÊ JI PARASTINÊ HATIYE PEYWIRDARKIRIN TACÎZ KIR   M.P. bertek nîşanî derneketina biryara girtina faîl da û wiha got: “Gelek caran biryara dûrxistinê binpê dikir. Her tim di bin gefê de me. Ewlehiya min û zarokên min nîn e. Naxwaze nafakayê jî bide. Bi komeleyên jinan çûm li dadgehê. Li dadgehê êrişî min û jinan kir. Ez çûm li qerekolê û min xwest ji bo min biparêze polîsek were peywirdarkirin. Lê belê vê carê polîs bi devkî û nivîskî ez tacîz kirim.”    ‘DIBÊJIN NASNAMEYÊ BIGUHERÎNE Û HERE’   M.P. di dawiya axaftina xwe de got malbata wê ew tenê hiştiye û dewletê jî jê re gotiye ku ‘em nasnameya te biguherînin, here li bajarekî din bijî’ û wiha pê de çû: “ Çi bibe bila bibe ez ê têbikoşim. Naçim li tu deran. Ez ê ji bo bibim dengê jinan têkoşîna xwe bidomînim.”