Di doza protestoya komkujiya jinan de biryara beraetê 2024-09-27 16:00:19   MÊRDÎN - Derbarê kesên qetilkirina Pakistan Demîrê li Kerboranê protesto kiribûn de doz hatibû vekirin. Di dozê de biryara beraetê hate dayîn.   Jina bi navê Pakistan Demîr di 16’ê îlona 2022’yan de li navçeya Kerboran a Mêrdînê ji hêla hevjînê xwe Mehmet Emîn Oner ve hatibû qetilkirin. Malbata Demîr û rêxistinên jinan di 19’ê îlona 2022’yan de qetilkirina Demîr protesto kirin û meş li dar xistin. 10 jê jin derbarê 12 kesên beşdarî meşê bûyîn doz hatibû vekirin û danişîna biryarê ya dozê îro hate lidarxistin. Di danişîna ku bi îdiaya “Meş û xwepêşandanên li dijî qanûnê li dar xistine, bi rê ve birine” li Dadgeha Cezayê Asliye ya Kerboranê hate lidarxistin de kesên tên darizandin tev li nebûn û parêzer di danişînê de amade bûn.     Di dozê de dayika Pakistan Demîrê Naîme Demîr, xwişkê wê Bêrîvan Demîr, Şafîa Demîr, birayê wê Mehmet Selîm Demîr, Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî jî di nav de bi giştî 12 kes tên darizandin. Dozger derbarê her 12 kesan de ji 6 mehan heta 3 salan cezayê hefsê xwest.    Dadgehê bi hinceta “hêmanên sûcê jê tên tewanbarkirin pêk nehatine” biryara beraetê ya 12 kesan da.