Ewlekariya şaredariya CHP’î li mamosteyan xist û gefa kuştinê li rojnameger xwar 2024-09-27 14:47:59   ENQERE - Ewlekariya Şaredariya Çankayayê li mamosteyên ku ji ber ji kar hatine derxistin û li pêşiya avahiyê şaredariyê çalakiya rûniştinê li dar dixin, xist. Xebatkarê şaredariyê jî gefa kuştinê li nûçegihanê me Mehmet Aslan xwar.    Sendîkaya Mamosteyên Sektorên Taybet ji bo mamosteyên girêdayî taşerojanên girêdayî Şaredariya Çankayayê ji kar hatine derxistin, li pêşiya avahiyê şaredariyê çalakiya rûniştinê li dar xist. di çalakiyê de pankarta “Di şaredarvaniya civakî de dawiya bi keser” hate hilgirtin. Piştî demekî ewlekariya şaredariyê mudaxile li çalakiyê kirin.    Tevî mudaxileyê mamoste çalakiya xwe ya rûniştinê domandin û wiha bertek nîşan dan: “Ma ev şaredarî neçarê dewlemendkirina kê ye? Nexwe bila şaredarî kadroyên xwe yên mamostetiyê bike kadro.”   GEFA KUŞTINÊ LI NÛÇEGIHANÊ ME XWARIN   Ewlekariya şaredariyê  piştre xwest dest dane ser pankart û dovîzên çalakgeran. Di van kêliyan de ewlekarî li 5 mamosteyan dan. Di dema lêdanê de ewlekariya şaredariyê dîmen kişandina nûçegihanê ajansa me Mehmet Aslan asteng kir û bi gotina “Ez ê te bikujim” gefê mirinê lê xwarin. Aslan bertek nîşanî xwarina gefê da û kişandina dîmenan domand. 3 kesên nasnameya wan nediyar Aslan bi darê zorê ji qadê dûr xistin. Heman kes nehiştin Aslan dîmen bîkêşe û wêneyan bigire.    NÎV SÎGORTE RAZANDIN   Zumrut Zozan Boztaş a ji kar hatiye derxistin û di nav çalakiya mamosteyan de cih girtiye anî ziman ku ew di çarçoveya “projeya berpirsyariya civakî” de 3 salan mamostetî kiriye wiha got: “Şert û mercên piyasayê kirin hincet û xwestin me bi erzanî bidin xebitandin. Sîgorteyên me nîv hate çêkirin. Hat îdiakirin ku em kêm dixebitin û kêm mûçe dan me.     GEF LI WAN HATE XWARIN   Boztaş diyar kir ku di peymanê de gelek xalên li dijî mamosteyan hebûne, ew lewma vê paymanê îmze nekirine, bi bîr xist ku ew ji ber vê yekê ji kar hatine derxsitin û axaftina xwe wiha domand: “Me bi fîrmaya taşeroj re rû bi rû hiştin. Şaredarî ji me re got, ‘derdê we çi be bi taşeron re çareser bikin’. Li gorî me rewş ne bi taşeron ve girêdayî ye. Şertên îhaleya bi taşeron re şaredarî diyar dike. Li me geriyan û ji me re, ‘Peymanê di nava saetekê de îmze bikin, heke hûn îmze nekin hûn nikarin bixebitin’ gotin.”    DAXWAZA ÎMZEKIRINÊ NEHAT QEBÛLKIRIN   Boztaş bi diyar kir ku ji wan re agahî hat dayîn ku dê ji bo vê peymanê îmze bikin hefteyekê demê bidin wan û ev tişt gotin: “Hinek mamaoste nekarîn peymanê îmze bikin. Dema daxwaza wan a îmzekirinê hat ragihandin bi tu awayî nehat qebûlkirin.” Boztaş bal kişand ser êrişa ewlekariyê û axaftina xwe wiha domand: “Gotin ev der qada cemaweriyê ye û xwestin me ji vê derê derxin. Me ji cemaweriyê nehesibandin. Em li rex derî disekinin.    DÊ DAXUYANÎ WERE DAYÎN   Tevî mudaxileya hatiye kirin, mamoste li qada rûniştine, çalakiya xwe domandin. Mamoste dê di saet 16.00’an de ji bo vegotina pêvajoyê, daxuyaniya çapemeniyê li dar bixin.